Dayika şehîd: Em li dijî tecrîdê li her derê rabin ser pêyan

Dayika şehîd, Sureyya Sakli li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlêbûna meşa li Hannoverê kir û got: “Divê her kes rabe ser pêyan.”

Rêxistinên ciwanên Kurd ên li Ewropa Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN), li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 meh in agahî jê nayê girtin, banga çalakiya giştî kir.

Wê 17’ê Kanûnê saet 14.30’an li bajarê Hannover ê Elmanyayê, çalakî bê lidarxistin. Hat diyarkirin ku wê ciwan, jin, kal û zarok tevlî çalakiyê bibin. Sureyya Sakli diyar kir ku meş wê bi pêşengiya ciwanan bê lidarxistin û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

Mehmet Şerîf Sakli li navçeya Mûdanya ya Bûrsayê 4’ê Hezîrana 2012’an bedena xwe da ber agir û tecrîd protesto kir. Dayika Mehmet Şerîf Sakli, Sureyya Sakli diyar kir ku wê tevlî meşê bibe û got: “Em vê tecrîda li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin.”

‘EM LI EWROPA RABIN SER PÊYAN’

Sakli ev tişt jî gotin:

“Ez jî dayika şehîd im. Kurê min li dijî tecrîda li ser Rêbertî, bedena xwe da ber agir. Îro dîsa Rêbertiya me di bin tecrîdek girankirî de ye û em agahî jê nagirin. Em vê tecrîda li ser Rêbertî qebûl nakin. Em bang li ciwan, jin, kal û kesên xwedî wijdan û hêz ên li Ewropayê dijîn dikin ku rabin ser pêyan! Bila vê tecrîda li ser Rêbertî qebûl nekin. Em bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî zarokên xwe qebûl nakin. Sibe meşa ciwanan li Hannoverê heye. Em dixwazin ku her kes, jin, kal û mêr bi ciwanên me re rabin ser pêyan û bila bêjin em tecrîda li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin.”

Aktîvîstê TCŞ’ê Navdar Elih jî banga tevlêbûna meşa li Hannoverê kir û got: “Em tecrîda li ser Rêber Apo protesto bikin. Em weke ciwanên TCŞ’ê wê li dijî tecrîda li ser Serok Apo, 17’ê vê mehê li giştî Ewropa meşekê li dar bixin. Em tevlî çalakiyê bibin û tecrîdê protesto bikin.”