Daxuyaniya KOMAW'ê ya li ser Komkujiya Parîsê
KOMAW'ê bang li Kurdistaniyan û dostan kir ku di salvegera 9'an a Komkujiya Parîsê de helwesteke çalak nîşan bidin.
KOMAW'ê bang li Kurdistaniyan û dostan kir ku di salvegera 9'an a Komkujiya Parîsê de helwesteke çalak nîşan bidin.
Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) bi wesîleya salvegera 9'an a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da ku di komkujiyê de şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewletê destpêkê xwedî li vê êrişê derneket, lê welê xitimî û êrişkar bû ku nema karî vê êrişa xwînxwarî veşêre.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hem li hundir, hem jî li derve di şexsê Tevgera Jinê ya Azad de yê ku serkêşiyê ji siyaset û pêkanînên dijminatiya li mirovahiyê dike, dewleta Tirk e, lê di heman demê de hevkarên wê yên xwecihî û biyanî jî hene.
Di daxuyaniya KOMAW'ê de hate gotin, "Tevî ku berpirsyarê komkujiya li Parîsê dewleta Tirk e, eger sûcdar neyên eşkerekirin wê di serî de dewleta Fransayê, hemû dewletên ku helwestê li dijî dewleta Tirk nîşan nadin weke hevkarê vî sûcî bêne dîtin.
Bi navê KOMAW'ê di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de şehîd hatin bîranîn û soz hate dayin ku wê li pey doza şehîdan bin.
Bi heman rengî bang li Kurdistaniyên welatparêz, enternasyonalîstên dostên Kurdan hate kirin ku li dijî van êrişên dewleta Tirk a dijminê jinê û qirker helwesteke hîn çalak nîşan bidin ji bo piştgiriya dewletan a ji bo vê dewleta faşîst bê bidawîkirin hewldanên xwe zêde bikin.