BI DÎMEN

David Lammy: Ez bi temsîlkirina Kurdan serbilind im

Alîkarê Serokwezîrê Îngilistanê û Wezîrê Edaletê David Lammy peyameke Newrozê parve kir û diyar kir ku ew li Îngilistanê bi temsîlkirina Kurdan serbilind e.

Wezîrê Edaletê yê Qraliyeta Yekgirtî û Alîkarê Serokwezîr David Lammy ji bo Newrozê peyamek şande resepsiyona ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî (Centre for Kurdish Affairs) ve hatî lidarxistin.

Lammy ku di heman demê de parlamenterê herêma Tottenham a piranî Kurdistanî lê dijîn e, ji bo Newrozê got, “Ez sala nû ya we hemûyan pîroz dikim.”

Lammy anî ziman ku ew bi daxwaz, ked û afirêneriya şahiya Newrozê serbilind e û destnîşan kir ku Newroz sembola hêvî û hatina biharê ye.

Lammy diyar kir ku Newroz di heman demê de dewlemendiya pirçandiyê temsîl dike û got, “Pir girîng e ku em van kevneşopiyan biparêzin û bi dîasporaya Kurd a li seranserî welêt re bidin jiyîn. Weke parlamenterê we, her tim ji bo min bûye çavkaniya serbilindiyê ku ez yek ji civakên Kurd ên li Qraliyeta Yekgirtî temsîl dikim.”

Lammy bi Kurdî got, “Newroz pîroz be” û ev tişt bilêv kir: “Ez Newroza 2026’an a Kurdan pîroz dikim; di pêşwazîkirina sala nû de ez hêvî dikim ku em sala berê li paş bihêlin û bi hêvî li siberojeke ronî binêrin.”