Meclîsa Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKME) 17’emîn Kongreya xwe ya asayî li bajarê Dortmund a Elmanya lidar xist. Axaftina vekirinê ji hêla Devrîm Genç ve hat kirin. Devrîm Genç, anî ziman ku jinên Elewî û Êzidî bi taybet li erdnîgariya Kurdistanê, bi zext û tundiyê re rû bi rû dimînin û banga têkoşînek bihêztir û rêxistinkirî kir.
Devrîm Genç behsa berfirehbûna şerê li çaraliyê cîhanê kir û got ku jin û zarok di vê pêvajoyê de ji ber siyaseta pergala kapîtalîst berdêlên herî giran didin. Devrîm Genç, di dawiyê de banga tevlîbûna meşa ku wê di 7’ê Adarê de li Dusseldorfê di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de tê lidar xistin kir.
'EM Ê JI BO WEKHEVÎ, AZADÎ Û AŞTIYÊ BÊDENG NEMÎNIN'
Piştre Berdevka Çapemeniyê ya FEDA’yê Zehra Hezer axivî û got ku 8’ê Adarê ji bo jinan roja berxwedana rêxistinkirî ye. Zehra Hezer, diyar kir ku dema jin bi hev re tevbigerin dikarin li dijî şer û tundiyê têkoşîna herî xurt bidin û peyama "Em ê ji bo wekhevî, azadî û aştiyê bêdeng namînin" da.
Piştî axaftinan, komeke folklorê ya zarokan derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Kongre bi gulbangê ku ji aliyê Pîr Cemal Cenan û Dîdar Cenan Ana ve hate xwendin, dest pê kir. Piştre Şahîn Polat, Xatun Can û Espar Can ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin.
DIVÊ CIVAKA ELEWÎ XWE BI RÊXISTIN BIKE
Çalakvanê Elewî Haydar Munzur, bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û got ku Elewî di seranserê dîrokê de her tim rastî zilmê hatine. Haydar Munzur, anî ziman ku li dijî vê divê Elewî ji bo têkoşîneke rêxistinkirî û hevgirtî xebat bimeşînin.
HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN
Rapora xebatê ji aliyê Hevserok Nuray Bulut ve û rapora darayî jî ji aliyê Hevserok Alîşan Tekîn ve hatin xwendin. Piştî pejirandina raporan, Nergîz Sarikaş û Alîşan Tekîn wekî hevserokên nû yên DAKME’yê hatin hilbijartin.