Dagirkeriya dewleta Tirk li Munchenê hate protestokirin
Êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê li bajarê Munchenê yê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin.
Êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê li bajarê Munchenê yê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin.
Yek ji navendên çalakiyên girseyî yên protestokirina êrişên dagirker ên dewleta Tirk Munchenê bû.
Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Meclîsa Jinan a SARA pêk hatin, Kurd û dostên wan tevlîbûn.
Meşa ku li Zenettîplazê hate kirin peyamên ‘Em qet rê nadin dagirker û xiyanetê’.
Hinek rêxistinên çep ên Elmanî ku cih di çalakiyê de girtin, diyar kirin ku li gel Kurdan in.
Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’, ‘Bijî Piştevaniya Enternasyonalîst’, ‘Elmanya Fînase Dike, Tirkiye Bombe Dike’ û ‘Tankên Elman Ji Kurdistanê Bicehenimin’ hatin qîrkirin.