Dagirkerî li Sîdneyê hate protestokirin
Li bajarê Sîdney a Avûstûralyayê êrîşên dagirkeriyê ya Tirk hate protestokirin.
Li bajarê Sîdney a Avûstûralyayê êrîşên dagirkeriyê ya Tirk hate protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a ji 14’ê Nîsanê û vir ve li Zap, Metîna û Avaşîn hatiye destpêkirin, bi çalakiyekê hate protestokirin.
Çalakiya ji aliyê Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) ve hate organîzekirin dostên Kurd ên Avûstralyayî jî tevlî ûbn.
Berdevkê Koma Piştevaniya bi Rojava re û nivîskarê Rojnameya Gren Left Weekly Peter Boyle axivî, diyar kir ku li gel Kurdan in, êrîşên dagirker a Tirk şermezar kir.
Siyasetmedarê Kurd Ezîz Bawermend jî axivî û bang li Serokwezîrê Avûstralya Scott Morrîson û partiya wî hewldana ji bo Ukranya nîşanda divê ji bo Kurdan jî nîşan bide.
Hevseroka NCKD Gulê Reso bal kişand ser berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê û got: “Ev berxwedan ji bo 50 milyon gelê Kurd e. Gelê Kud gelek bi rûmet e, mafê wî yê azadiyê heye. PDK a xiyanetkar bûye koleyê Erdgona û NATO’yê. Divê her kes baş bizane pêşeng û berxwedêrên gelê Kurd hene.”