Dadgeha Elman girtina ser Civaka Azad neheq dît
Dadgeha Bingehîn a Eyaleta Berlînê Hezîrana 2018'an girtina bi ser komeleya Kurdan Civaka Azad de neheq dît, dadgeha eyaletê xwest ku doz ji nû ve were danîn.
Dadgeha Bingehîn a Eyaleta Berlînê Hezîrana 2018'an girtina bi ser komeleya Kurdan Civaka Azad de neheq dît, dadgeha eyaletê xwest ku doz ji nû ve were danîn.
Beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an, dewleta Elman ji bo ku destekê bide rejîma Erdogan êrîşek anîbû.
13'ê Hezîrana 2018'an polîsên Elman bi ser buroya civaka Azad ve girtibû ku Civaka Azad komeleyeke bi ser NAV-DEm'ê ve ye. Dema ku polîsên bi ser bûroyê de girtibûn deriyên bûroyê jî şikandibûn.
Polîsan bi hevdemî bi ser malên rêveberên NAV-DEM'ê de jî girtibûn û plansaziya xwepêşandanê ya ji bo Efrînê kiribû hincet.
Li gel ku têklî Civaka Azad biryara lêgrînê nebû jî, tenê ji bo ku bi NAV-DEM'ê re li eynî avahiyêbû, polîsan bi ser Civaka Azad de girtibû. Civaka Azad mijar biribû darazê.
Piştî 4 salan Dadgeha Bingehîn a Eyaleeta Berlînê serlêdana Civaka Azad nerî û biryar li ser da.
Dadgehê girtina bi ser saziyê de neheq û derî qanû dît û xwest ku doz ji nû ve li dadgeha eyaletê were dîtin.
Beriya niha dadgeha xwecih û ya eyaletê jî gritina bi ser komeleyê de biheq dîtibû û serlêdana Civaka Azad qebûl nekiribû.
Têkilî biryarê xebatkarê Civak Azad Mako Qoçgirî got biryar derengmayî jî be ji wan girîng e ji ber ku bi hinceta qedexeya li ser PKK'ê mafên qanûnî yên komele û aktivîstên Kurd têne binpêkirin.