Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî saleke li Elmanyayê bi îdîaya 'endametiya rêxistina terorîst' tê darizandin. Di rûniştina biryarê de dadgeriya Elman serî li ber daxwaz û îdîayên dozger tewand û di siyaseta krîmînalîzasyonê de ya li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ya xwe kir.
Di rûniştina biryarê de ya li Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Frankfûrtê, heyeta dadgehê îdîaname û sûcdariyên ku dozger li hemberî siyasetmedarê Kurd Ocalan amade kir, yekser qebûl kir û li gorî xala 129b a weke qanûna 'antî terorê' tê naskirin, di asta herî bilind de cezayê girtîgehê li Ocalan birî.
Heyeta dadgehê darizandinên beriya niha yên li Fransa û Elmanyayê ji xwe re kir hincet û îdîa kir ku siyasetmedarê Kurd Ocalan ji sala 2019'an heta dema girtinê meha Gulanê ya 2021'ê, li eyaletên Hessen û Saarlandê rêveberiya PKK'ê kiriye û ji ber vê yekê jî 4 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê birî.
Ne tenê di doza li dijî siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan de, dema dawî dadgeriya Elman li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd cezayên giran dibire. Beriya niha ji salek û nîv heta 3 sal û nîv ceza dihate birîn, lê balkêş e ku niha kirine herî kêm 4 sal cezayê girtîgehê. Herî dawî roja Çarşemê Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Koblenzê bi îdîaya 'rêxistina terorîst' 5 sal cezayê girtîgehê li aktîvîst Ozgur A. birî.