Nobeta Azadiyê ya ku ji Hezîrana 2012’an vir ve bê navber li Strasbourg a Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 715’an de ji aliyê sê kesên ji Elmanyayê hatin ve dewr hat girtin.
Mahmut Elmas, Îbrahîm Botan û Siraç Ozgeç ên ku Salzburg a Elmanyayê hatin nobet dewr girtin.
Mahmut Elmas li ser navê komê axivî û diyar kir ku bi salan e ji bo azadiya Rêber Apo ku 27 sal in di girtîgehê de ye li ber saziyên navneteweyî nobet tê girtin û ev yek ji bo saziyên peywendîdar "şerm" e.
Elmas anî ziman ku erkên gelê Kurd ji bo Rêber Apo hene û got, "Çiqas em Rêberê xwe bêtir nas bikin, em ê pêvajo û dijmin bêtir fêm dikin.Wê li hember pêvajoya ku hatiye destpêkirin hewldan û tevgera me zêde bibe û wê yekîtiya me pêş bikeve. Wekî Kurd û wekî mirov ev erka me ye.”
Elmas destnîşan kir ku pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve di 27’ê Sibata 2025’an de hatiye destpêkirin nû ye û entegrasyona ku behsa wê tê kirin tê wateya naskirina hevdu û naskirina civaka xwe ye.
Elmas anî ziman ku divê civak pêvajoyê di asta zihniyetê de fêm bike û ev bang kir: "Werin em sala 2026’an bikin sala azadiya Rêberê xwe û aramiyê bînin welatê xwe."