Li Mantes-la-Jolieyê Şehîdên 14'ê Tîrmehê û Harûn Civiyan hatin bibîranîn
Şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an û Şehîd Harûn Civyan ê di sala 2020’an de li Xerzanê şehîd bûbû, li Mantes-la-Jolieyê hatin bibîranîn.
Şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an û Şehîd Harûn Civyan ê di sala 2020’an de li Xerzanê şehîd bûbû, li Mantes-la-Jolieyê hatin bibîranîn.
Li bajarê Mantes-la-Joliey ê Fransayê, ji bo Şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an û Şehîd Harûn Civyan ê ku di sala 2020’an de li Xerzanê şehîd bûbû, bi bernameyekê hatin bîranîn. Kurdistanî û dostên wan tevlî bîranînê bûn. Li qada bîranînê wêneyê Şehîdên 14’ê Tîrmehê, Harûn Civiyan û Rêber Apo hatin daliqandin.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de axaftin hatin kirin û bal kişandin li ser berxwedana li Girtîgeha Amedê. Di axaftinan de hate gotin ku ruhê berxwedan û hebûnê yê 14’ê Tîrmehê hê jî xwe dide nîşan dan.
Axaftvanan diyar kir ku Şehîd Harûn Civyan jî vê mîrateya berxwedanê bi helwesteke fedayî ya Apoyî didomîne.
Di bernameya bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdan hate pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.