BI DÎMEN

Li Essenê Aştî û Civaka Demokatîk hate nîqaşkirin

Di civîna gel a li Essenê de paradîgmaya Rêber Apo, merasîma şewitandina çekan a sembolîk û perspektîfa çareseriya demokratîk hate nîqaşkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bal kişand ser daxwaza guhertinê ya gelê Kurd û stratejiya aştiyê.

Di civîna gel a li Essenê de paradîgmaya Rêber Apo, merasîma şewitandina çekan a sembolîk û perspektîfa çareseriya demokratîk hate nîqaşkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di civînê de bal kişand ser daxwaza guhertinê ya gelê Kurd, stratejiya aştiyê û têkoşîna enternasyonel.

Li bajarê Essen ê Elmanyayê bi tevlîbûna Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, li baxçeya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Essenê civîna gel hate lidarxistin. Nûnerên saziyên Kurd ên demokratîk ên li eyaleta NRW’ê û gelek Kurdistanî tevlî civînê bûn.

Di civînê de li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo, banga wî ya herî dawî, merasîma şewitandina çekan a sembolîk û geşedanên piştî wê hatin nirxandin.

‘ÊDÎ PÊWÎSTÎ BI GUHERÎNÊ HEYE’

Omer Ocalan di civînê de ewil şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku pêvajoya heyî bandora xwe li hemû qadên ku gelê Kurd lê hene nîşan daye û wiha got: “Êdî pêwîstî bi guherînê heye. Ev guhertin, divê ji şexsan biteyise civakê. Rêbertî bi salan e ji bo ku werin vê qonaxê têdikoşe. Têgihiştina demokratîkbûnê ya gelê Kurd zêde ye, tu carî zilmê û asîmîlasyonê li gelekî din nekiriye. Berovajî bi hezaran sal in li wekî gelekî qedîm ê li Rojhilata Navîn rastî asîmîlasyon û qirkirinê hatiye.”

Omer Ocalan destnîşan kir ku gelê Kurd sedsalan bi serhildanên cuda têkoşîna azadiyê dide û diyar kir ku pêvajoya dawî ya têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê, hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê kir yek û wiha pêde çû: “Tevgereke ku têkoşîn ne tenê di asta Kurdistanê de ye, di heman demê de di asta enternasyonel de ye. Civîna me ya îro jî encama asta ku ev têkoşîn gihiştiyê ye.”

Omer Ocalan bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û nêzîkatiya hêzên navneteweyî ji bo pirsgirêka Kurd û bi taybet daxuyaniyên dawî yên Balyozxaneya Enqereyê ya DYE’yê li ser Rojava bi van gotinan rexne kir: “Em îro dîplomasiyê dikin, siyaseta cîhanê dixwînin. Lê dewletên kapîtalîst di dawiyê de berjewendiyên xwe esas digirin. Belê bi daxuyaniya duh xwest rewşê rast bike, lê ev rastiya van hêzan a li ser berjewendiyê naguherîne. Em vê rastiyê dibînin û bawerî bi hêza xwe ya cewherî tînin.”

Omer Ocalan bal kişand ser stratejiya Rêber Apo ya aştî, diyalog û çareseriya demokratîk û wiha axivî: “Rêber Apo ne bi taktîkên rojane, bi stratejiya ku bi salan dirêj dike armanc dike ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi rêyên aştîxwaz û demokratîk çareser bibe. Êdî kes nikare hebûna gelê Kurd, zimanê wî û çanda wî înkar bike. Qonaxa ku ev têkoşîn gihîştiye êdî destûr nade vê yekê. Ev gel li ser axa xwe ji bo ku bi bawerî û gelên cuda re bi hev re bijî, formulekê çêdike, Rêber Apo jî di vî warî de dixebite.”

'ÇARESERÎ DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE YE'

Ocalan da zanîn ku hewcedariya modelên nû yên jiyan û rêxistinbûnê ji bo Kurdên ku li Ewropayê dijîn hene û wiha got: “Li vir bi sedan saziyên Kurd hene. Gelê me li vir dijî û li vir jiyanekê didomîne. Lê belê ji bo ku gelê me bi hev re bimîne, xwebûn û çanda xwe biparêze, pêdivî bi şewazên nû hene. Rêber Apo jî di vî warî de difikire. Divê ev sazî ji nû ve bêne avakirin û li dora avakirina partiyeke enternasyonalîst xwe bi rêxistin bike. Xebatên Rêber Apo di vî warî de hene. Bi taybetî ji bo Elmanya û Îtalyayê, fikra avakirina partiyeke enternasyonalîst pêşniyar kiriye.”

Omer Ocalan behsa merasîma sembolîk a şewitandina çekan a ku duh li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya kadroyên paya bilind ên PKK’ê pêk hat, kir û destnîşan kir ku ev gav gaveke dîrokî ye û wiha berdewam kir: “Duh kadroyên Tevgera Azadiyê dema çekên xwe îmha kirin, serê wan bilind bû. Wan ragihand ku di rêya aştiyê ya ku Rêber Apo diyarkirî de amade ne ku xizmeta gelê xwe bikin. Van hevalan, bi serbilindî, argûmanên pergala navneteweyî yên ku salan wan weke ‘terorîst’ nîşan didan, têk birin. Gotin, ‘Em amade ne, rê li ber siyaseta demokratîk vekin’. Ev yek îradeyeke mezin û mînakeke cesaretê ye. Ew çek para wan bûn. Niha wan ev çek berdan û biryardariya xwe ya di xizmeta gelê xwe û qada siyaseta demokratîk de nîşan dan.”

Civîn bi beşa pirs û bersivan berdewam kir. Piştî ku beşdarên civînê pêvajoyê nirxandin, civîn bi dirûşmeya “Biji Serok Apo” bi dawî bû.