Ciwanên Kurd wê roja 17’ê Kanûnê li gelek welatên Ewropayê dakevin qadan

Tevgerên Ciwanên Kurd TCŞ û TêkoJIN, wê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 17’ê Kanûnê li Elmanya, Swîsre, Îngilistan, Awûstûrya û Fransayê dakevin qadan.

Ciwanên bi banga Koordînasyona TCŞ û TêkoJIN’ê dest bi amadekariya çalakiyan kiriye, destnîşan kir ku 20 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û divê mirov li dijî vê rewşê bêden nemîne. 

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Rêbertî, hêviya rizgariya Kurdan e. Berhemên ku afirandine li ber çavan in. Çawa ku paradîgma Demokratîk, Ekolojîk a bi Azadîxwaziya jinan ku ava kiriye, li Rojava bi ruh û can bûbe, îro jî li Rojhilat bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê dibe hêvî.

Gerîlayên bi baweriya Rêbertiya me ava kiriye, li Zap, Avaşîn û Metînayê di tûnelên şer de li ber xwe didin hêviya jiyanê nîşanê cîhanê didin.

Rêbertiya me bi berxwedana xwe ya bi 24 salan bûye mînak û nîşaneya biryardarî û nîşandana rê ji me re. Fikarên me yên li ser rewşa tenduristiyê û ewlehiyê ya Rêbertiya me yekcar zêde bûne.

Em hemû gelan vedixwînin meşa xwe ya ku em ê bi şiara ‘Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, werin cenga azadiyê’ roja 17’ê Kanûnê li dar bixin.

Ji bo azadiya bi fizîkî ya Rêbertiya xwe, di serî de ciwanên Kurd em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin tev li meşan ku em ê li dar bixin, bibin.“

Cih û saetên destpêkirina çalakiyên 17'ê Kanûnê wiha ne:

Parîs

Cih: Qada République

Saet: 14.00

*

Marsîlya

Cih: Qada Canabîere

Saet: 14.00

*

Viyana

Cih: Jurekgasse 26

Saet: 14.00

*

Basel

Cih: Elisabethenstrasse 45

Saet: 14.00

*

Hannover

Cih: Steintorplatz

Saet: 14.30

*

London

Cih: Liverpool St Station

Saet: 16.00