Ciwanên Kurd li Drancyê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Kurd li taxa Drancy ya Parîsê li dijî dagirkerî û tecrîdê meşiyan.
Ciwanên Kurd li taxa Drancy ya Parîsê li dijî dagirkerî û tecrîdê meşiyan.
Aktivîstên ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê ên li ser Kurdistanê meşiyan.
Ciwanên TCŞ li taxa Drancy ya Parîsê, li dijî polîtîkayên tecrîdê û “cezayên disîplînê” ya li dijîî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Her wiha ciwan êrîşên dagirkerî û îxanetê jî şermezar kirin.
Ciwanên Kurd bi ala û posterên Abdullah Ocalan û PKK’ê, li kolanên herî qerebalix a Drancy bi dirûşmeyan meşiyan.
Ciwanan diyar kir ku ew ê “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were li qadan bin” û ev peyam dan, “Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û îxaneta PDK’ê em bi gerîlayên re ne.”
Meş bi xwendina sirûda Çerxa Şoreşê bi dawî bû.