Ciwanên Kurd îro jî li Grîgnyê derketin qadan
Ciwanên Kurd ku li banliyoya Grîgny ya Parîsê dimînin, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde kirine, îro jî banga derketina qadan kir.
Ciwanên Kurd ku li banliyoya Grîgny ya Parîsê dimînin, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde kirine, îro jî banga derketina qadan kir.
Piştî banga ji bo seferberiyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN), ciwanên Kurd ku li banliyoya Grîgny ya Parîsa paytexta Fransayê dimînin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyan li dar dixin.
Ciwanên Kurd ku duh derketin qadan, îro jî bal kişand ser tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga lidarxistina çalakiyan kir.
Ciwanan, gava meşê bêyî sekin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Azadî ji bo Abdullah Ocalan” berz kirin û sirûda Çerxa Şoreşê got.
Di daxuyaniyê de ku li ser navê ciwanan hat dayîn, cardin ji gelê welatparêz hat xwestin ku li dijî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê derkeve qadan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 25 mehan negirtina tu agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tê wateya desteserkirina vîna gelê Kurd û wiha hat gotin: “Heta pergala êşkenceyê ya Îmraliyê xera bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê, divê ruhê seferberiyê berdewam be.”