Ciwanan tecrîd û dagirkerî protesto kirin

Ciwanên Kurd ên li Elmanya û Swîsreyê tecrîda li ser Îmraliyê û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.

ST. GALLEN

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger  pankart li ser derbasokên li nava bajêr daliqandin. Ciwanan pankartên '‘PKK ji bo cihaneke azad têdikoşe’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ li derbasokan daliqandin.

BÎELEFELD

Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad belavokên li ser êrîşa li dijî Mexmûrê û yên ji bo piştgiriya hevkariya malbatan belav kirin. Di belavokan de bal hate kişandin ser êrîşên artêşa Tirk ên li ser Mexmûr.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê jî endamên Jinên Ciwan ên Azad bal kişandin ser êrîşa li dijî jinan. Jinan di daxuyaniyê de gotin ku “Ji ber şewba koronayê li her dera dinyayê êrîş û şîddeta li ser jinê zêde dibe. Di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan de, azadiya jinan bingeheke mezin e. Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe. Divê em li hemberî feraseta mêran têkoşîna xwe geş bikin û li ser bingehê azadiya jinan, jiyaneke azad ava bikin.”

KOLN

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê jî çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyeke bi afîşan li dar xistin. Çalakgeran di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku divê li hemberî xeta teslîmîyetkar ciwanên Kurd berxwedanê geştir bikin û divê ciwanên Kurd xwefiroşan ji bîr nekin û qadan vala nehêlin.”