Ciwanan li du banliyoyên Parîsê çalakî li dar xistin

Ciwanên Kurd ku li Grîgny û Drancy ku banliyoyên Parîsê hatin ba hev, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Li ser banga seferberiyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşêr, ciwanan li Grîgny û Drancyê ku banliyoyên Parîsa paytexta Fransayê ne, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwestina azadiya fizîkî, çalakî li dar xistin.

Ciwan ji ber Navenda Civaka Kurd ber bi sûka Drancyê ve bi rê ketin û li sûkê daxuyanî da. Ciwanan diyar kir ku ew êşkence û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin û da zanîn ku ew ê bi lidarxistina çalakiyan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.

Ciwanan, bêyî sekin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bê Serok jiyan nabe“ berz kirin. 

Li Grîgnyê jî ciwanan bertek nîşanê pergala êşkenceyê ya Îmraliyê da û diyar kir ku hilbijartinên li Tirkiyeyê û Kurdistanê gelek giring in û bang kir ku ji bo xerakirina rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bila her kes biçe dengê xwe bide.