Ciwanan li dijî tecrîdê meş li dar xistin
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meşaleyan meşiyan.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meşaleyan meşiyan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), li bajarê Marsîlya yê Fransayê di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, meşeke bi meşaleyan li dar xist. Çalakî, ji Saînt Josephê heta bi Roland Dorgelesê, nêzê saetekê li ber xwe da.
Ciwanan, pankartên têkildarî tecrîdê vekirin û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.
Lezgîn Botan li vir daxuyaniyek da û diyar kir ku 21 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û banga lidarxistina çalakiyan li ciwanên Kurdistanê kir.
Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.