Cejna Vejînê li Dortmûndê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Dortmûndê, Cejna Vejîna bi awayekê bi coş pîroz kir.
Kurdistaniyên li bajarê Dortmûndê, Cejna Vejîna bi awayekê bi coş pîroz kir.
Pîrozbahiya ku bi şiara “Werin em bi hev re salvegera cejna xwe pîroz bikin“ hat kirin, bi rêzgirtina şehîdên Doza Azadiyê dest pê kir. Nêzîkê 600 kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qada pîrozbahiyê bi alên PKK, KCK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.
Siyasetmedarê Kurd Demir Çelîk ku tev li pîrozbahiyê bû, axavtinek kir. Çelîk, behsa merheleya têkoşîna azadiyê kir.
Di pîrozbahiyê de li sînevîzyoneke li ser 44 salên Tevgera Azadiyê ya Kurd hat temaşekirin. Di şahiyê de Hozan Aydîn, Narînxan, Meral Alkan, Zahir Loran, Hakî Botan, Hozan Ekrem û Koroya Zarokan a Navenda Civaka Kurd a Dortmûndê stran gotin.
Girseya tev li pîrozbahiyê bû ji bo balê bikêşin bi ser bêdengiya dewletên Ewropayî li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, pankartên li ser “Bêdengiya we dikuje“, “Dewleta Tirk şervanên azadiyê yên Kurd bi çekên kîmyewî qetil dike“ û “Azadî ji Ocalan re“ nivîsandî, vekirin.
Coşa Vejînê, heta derengiya şevê bi girtina govendê û berzkirina dirûşman dewam kir.