Cejna Vejînê li Darmstadtê hat pîrozkirin

Bi sedan Kurdistanî li Darmstadtê hatin ba hev û lehengên têkoşîna azadiyê ya 44 salan silav kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê dijîn, hatin ba hev û salvegera cejna vejînê silav kirin. Bi sedan Kurdistanî li Yildiz Events GmbH’ê ya li Rodemarkê hatin ba hev û cejna vejînê bi awayekê bi coş pîroz kir.

Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ciwanên aktîvîst bi al û dowîzan ketin hundirê salonê. Di pîrozbahiyê de, têkildarê lehengên ku di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya 44 salan de şehîd bûne, axaftin hatin kirin; hat diyarkirin ku ev têkoşîna bi rûmet, ji dîroka mirovahiyê re bûye ronahî û qala paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin ku bûye çavkaniya rêxistinên şoreşê yên cîhanî.

Siyasetmedar Baz Qewm qala giringiya têkoşîna 44 salan kir û wiha got: “Em Kurd, bi saya lehengên bi wêrek ên vê têkoşîna bi rûmet, heta bi îro hatine. Ne em ne jî nifşên piştî me, em vê ji bîr nakin. Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe, bû ronahî ji pêşeroja me re. Çawa ku em PKK’ê weke tevgerek a hêviyê dibînin, îro tevgerên şoreşê yên cîhanî jî li dora fikirên Rêber Apo dibin yek û tevgera me diecibînin. Lewma em polîtîkayên îzolasyon û tecrîda Îmraliyê bi tundî şermezar dikin û polîtîkaya CPT’yê ya têkildarî Îmraliyê qebûl nakin. Roj, roja daketina qadan û xwedî derketina li Rêber Apo ye.”

Piştî axaftinan li sînevîzyoneke têkildarî kadro û lehengên pêşeng ên Tevgerê hat temaşekirin. Hunermend Hozan Diyar, Hozan Binevş, Koma Azad û Koma Bêzar derketin ser dikê û bi stranên xwe girseya gel çoşandin.