Cejna Newrozê li Moskowayê hate pîrozkirin

Newroz li Moskowayê bi coş û kelecaneke mezin hate pîrozkirin. Kurd li gel dostên xwe tevlî pîrozbahiyê bûn.

Li paytexta Rûsya Moskowayê, Kurdistaniyan bi beşdariya nûnerên neteweyên cuda yên li Rûsyayê cejna xwe Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî li otela Azimutê pêk hat.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre nameya Rêber Apo ya ji bo Newrozê hat xwendin. Di herikîna bernameyê de axaftin hatin kirin ku di nav de  girîngiya Newroz û wateya wê ya dîrokî û civakî hate vegotin.

Hevserokê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya neteweyî û parastina çand û nasnameya Kurdî. Her wiha li ser navê Rêxistina Jinên Kurd ya Moskowayê “VIYAN” Tara Qadir axivî û rola jinên Kurd di dîrokê de heya roja îro şîrove kir. Ji aliyê Rêxistina “Êzdîxan” jî Êka Qulîxan axivî û girîngiya hevjiyana gelan anî ziman.

Piştî axaftinan bernameya hunerî destpê kir. Hunermend Leyla Mikoyan, her wiha Sarê û Îbo Hacî bi stranên xwe coş zêde kirin. Koma Govendê “Barîn” û Koma Govendên Kurdî “Rûken” bi hunera xwe bal kişandin. Her wiha Îbrahîm Efrîn, hunermend Berzanî Nûredîn û hunermendên ji welat Mûrat û Cûmalî jî di bernameyê de cih girtin. Di bernameyê de her wiha koma govendê ya Zarokan jî derket û govendek pêşkêş kirin.

Şahiya Newrozê bi gerandina govendê heya derengiya şevê dewam kir.