Cejna Êzî li Elmanyayê hat pîrozkirin
Cejna Êzî li bajarê Isselburgê yê Elmanyayê hat pîrozkirin.
Cejna Êzî li bajarê Isselburgê yê Elmanyayê hat pîrozkirin.
Civaka Êzidî her sal piştî 9 rojan rojiya sê hefteyan Cejna Êzî pîroz dike. Di çarçoveya pîrozbahiya Cejna Êzî de li bajarê Isselburg ê eyaleta NRW ji aliyê Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê ve çalakiyek hate lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rûspiyên civaka Êzidî, nûnerên FED-MED, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Serokê Giştî yê Cîvaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Ahmet Turhalli û gelek Êzidî beşdarî merasîma pîrozbahiyê bûn.
Merasîma pîrozbahiyê bi konsera dînî ya zarokên Êzidî dest pê kir. Piştre li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê Hacî Çelîk axivî û Cejna Êzî pîroz kir.
Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran Cejna Êzî pîroz kir û bal kişand ser qirkirinên Êzidiyan ên di dîrokê de hatine kirin û destnîşan kir ku girîng e gelê Kurd bi rêxistinbûyîn û yekîtiyê tevbigerin da ku qetlîamên bi vî rengî careke din neyên jiyîn.
'JI BO EM ÊŞÊN NÛ NEKIŞÎNIN, DIVÊ EM BIBIN YEK'
Başaran bal kişand ku li dijî yekîtî û rêxistinbûna gelê Kurd polîtîkayeke qirêj hatiye meşandin û wiha got: “Ji aliyekî ve bajarên me li ser serê me xera dikin. Li aliyê din bi hezaran hevrêyên me di girtîgehan de dîl girtin. Bi hezaran hevrêyên me sirgûn kirin. Bi hezaran hevrêyên me bûn penaber. Li aliyê din jî bi taktîkên şerê taybet êrîşî me dikin. Bi vê taktîka şerê taybet dixwazin rêxistin û yekitiya me tasfiye bikin. Dixwazin yekîtiya me bişkînin û me ji hev cuda bikin. Em di parastina Şengal û Kobanê de li dijî DAÎŞ’ê yekgirtî bûn. Îro ew roj e ku em ê hêz û yekîtiya xwe parve bikin. Em ê vê siyaseta qirêj têk bibin û pûç bikin. Îro em li bajarekî Elmanyayê ne. Em îro cejna civaka Êzidî pîroz dikin. Cejna me ye. Roja kêfxweşiyê ye. Çawa ku em êşa xwe parve dikin, em ê bextewarî û şahiya xwe jî parve bikin. Ya ku em jê re dibêjin yekîtî ev e. Em dixwazin gelê me bibe yek."
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ
Başaran, diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê biryara şer li dijî Kurdan û gelên din dane û got, “Her roj tecrîda li ser rêzdar Ocalan girantir dikin. Siyaseta şer girantir dikin. Di rewşeke wiha de dixwazin bikevin hilbijartinê. Şer û tifaqa neteweperest li ser tifaqa dijminatiya gelê Kurd û gelên din amadekariya hilbijartinên 2023’an dikin û bi vî rengî dixwazin bi ser bikevin. Ji ber vê yekê divê em li ser wê yekê bixebitin ku em çawa dikarin rêxistina xwe li hember vê tifaqê xurt bikin û çawa dikarin vê tifaqa desthilatdar pûç bikin. Ji bo vê jî divê em van lîstikên li dijî gelê Kurd bi yekîtî û hevgirtinê pûç bikin.”
Piştî axaftina Başaran Serokê CÎK'ê Ahmet Turhalli û Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç Cejna Êzî pîroz kirin û axaftinek kurt kirin. Çalakî bi konser û govendê bi dawî bû.