CDK-S û YJK-S’ê banga tevlêbûna meşa Baselê kir

CDK-S û YJK-S’ê banga tevlêbûna meşa girseyî ya ku wê 17’ê Kanûnê roja Şemiyê li Parka Basel De Wette ya Baselê bê lidarxistin, kir.

Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) wê 17’ê Kanûnê roja Şemiyê di saet 14.00’an de li Parka Basel De Watteyê meşa bi girseyî bê lidarxistin.

Meş wê bi şîara “Em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Em weke ciwanên Rêber Apo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çalakiyan li dar dixin û diherikin qadan” bê lidarxistin.

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), banga tevlêbûna meşê kir.

Di banga CDK-S û YJK-S’ê de ev tişt hate gotin:

“Di van rojên ku em şahidiya berxwedana bê hempa ya Rêbertiya xwe dikin de, Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, her roj li qadan û di pêvajoya berxwedanê de cihê xwe digrin.

Rêbertiya me li dijî êrîşên qirkirinê, berxwedanek bê hempa raber dike û Gerîlayên Azadiya Kurdistanî di sala 50’emîn a têkoşîna me de nîşanî hemû cîhanê kiriye ku ji dervey azadî û berxwedanê tu rêyek din nîne.

Hemû gel, kedkar, jin û ciwanên li cîhanê hatine çewisandin, pêşeroja xwe bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî‘ ava dikin. Hemû beşên civakî yên ku di avakirina pêşerojê de cihê xwe digrin, li her qada jiyanê berxwedanê geş dikin û bi ruhê berxwedanê kevirên avakirina rêya azadiyê datînin.

Her kesê ku di rojên berxwedana dîrokî de cih digirin, her roj li qadan e û dibêjin ku em pergala êşkenceyê ya Îmraliyê qebûl nakin. Lewma; Em di çalakiya ‘Şikandina tecrîda Îmralî‘ û ‘Qêrkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe‘ de ku wê bi pêşengiya Tevgerên Ciwanan ku hêza pêşeng a şoreş û berxwedanê bê lidarxistin, em bang li hemû welatparêz û dostên xwe dikin, ref bigrin.”