CDK-S’ê ji bo çareseriyê banga piştevaniyeke xurtir kir

Konseya Demokatîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) diyar kir ku merasîma îmhakirina çekan a komekî gerîlayan “gavekî dîrokî ye” û got, “Ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd banga nîşandayîna piştevaniyekî xurtir dikin.”

Di pêvajoya ku piştî banga Rêber Apo destpê kir de, Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi merasîmê çekên xwe şewitandin û îmha kirin. Konseya Demokatîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) derbarê mijarê de bi daxuyaniyekî nivîskî wiha got, “Ji aliyê şervanên jin û mêr ên pêşengên têkoşîna azadiya Kurd ve bi armanca lezdana pêvajoya guherîn û veguherîna demokratîk, li ser bingeha Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê, gavekî dîrokî hate avêtin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev gava watedar nîşan dide ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me derbasî qonaxekî nû bûye û îradeya çareseriya demoratîk şênber bûye. Şervanên azadiyê bi dilsoziya xwe ya bi paradîgmaya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo, çekên xwe bi îradeya xwe îmha kirin û ragihandin ku ew ê ji niha şûnde têkoşînê li ser zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqê bidomînin.

Em weke CDK-S’ê vê gava bi rûmet û wêrek wekî qonaxekî dîrokî ku hesreta azadî û aştiyê ya gelê me mezin dike, silav dikin. Vê xeta ku bi gotina, “Ne bawerî ne bi çekê, bi hêza siyaset û aştiya civakî tînim” a Rêber Apo şênber bûye, weke rêyê herî rast û mirovî ya ji bo pêşeroja gelê xwe dibînin.

Bi vê boneyê di serî de jinan û ciwanan bang li gelê xwe, hêzên demokratîk û sosyalîst, hemû rewşenbîr, hunermend, hiqûqnas, akademîsyen û siyasetmedaran dikin ku xwedî li vê pêvajoya dîrokî derbikevin; ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd piştevaniyeke xurtir nîşan bidin.

Em bang li gelê xwe û hemû hêzên civakî dikin ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rast fêm bikin, li her qadê erkên xwe yên perwerdehî, rêxistînî û çalakiyan bi cih bînin û jiyana demokratîk mezin bikin.

Em dizanin ku zilm û kedxwarî wê bi dawî bibe û azadî û piştevanî teqez bi ser bikevin. Aştî û Civaka Demokratîk wê di pêşengiya Rêber Apo de teqez bi ser bikeve.”