CDK-S'ê banga tevlêbûna li meşa ji bo azadiya Ocalan kir
CDK-S'ê bang kir her kes tevlî meşa 12'ê Sibatê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe.
CDK-S'ê bang kir her kes tevlî meşa 12'ê Sibatê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe.
Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo salvgera kompoloya navnetewî ya 15'ê Sibata 1999'an ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji çalakiyan re hazir dikin.
Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Ewropayê (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bi meşa ku 6'ê Sibatê li bajarê Sîerentzê ya Fransayê starta wê dan, bi ciwanan re meşa xwe didomînin.
CDK-E'yê bi daxuyaniyeke niviskî got, ''Ji bo ku em komploya navnetewî û tecrîda li ser Rêber Ocalan careke dî nîşanî raya giştî ya cîhanê bikin û bibêjin ku dema azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye, di serî de Kurdistaniyên li Ewropayê em bang li demokratên şoreşger û dostên xwe dikin, tevlî meş û mîtîngên ji bo parçekirina Pergala Êşkenceyê ya Imraliyê bibin.
12'ê Sibata 2022'an roja Şemiyê
Saet 10:00'an
Adrês: Place de le fare 67000 Strasbourg''