CDK-F: Em ne li hêviya dostaniya we ne, dijminatiyê nekin bes e!
CDK-F'ê êrîşa li dijî DTKM'ê ya Drancyê şermezar kir û got: " Destên xwe yên qirêj ji stûyê gelê Kurd bikêşin, em ne li hêviya dostaniya we ne, dijminatiyê nekin bes e.“
CDK-F'ê êrîşa li dijî DTKM'ê ya Drancyê şermezar kir û got: " Destên xwe yên qirêj ji stûyê gelê Kurd bikêşin, em ne li hêviya dostaniya we ne, dijminatiyê nekin bes e.“
Hevserokatiya Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) têkildarî serdegirtina Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Drancyê de daxuyaniyek nivîskî da. CDK-F, ji dewleta Fransayê xwest: "Bi hesabên qezencê yên erzan, hêsan û xerab dawî li lîstikên xwe yên siyasî yên li ser Kurdan bînin."
Daxuyaniya CKD-F wiha ye:
“Di 24’ê Sibatê de di saet 15.00’an de polîsên Fransa li ser Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Drancyê girt. Nêzî 3 saetan lêgerîn li navendê hate kirin.
Di dema ku hemû cîhan nakokiyên di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de dişopîne de, dewleta Fransayê ji bo hesabên biçûk bi Kurdan re mijol dibe. Ev jî ji bo Kurdan karekî pir şerm û bêrûmet e. Her çiqas tiştek girîng û cidî pêk nehatibe jî, em êrîşên pêkhateyên li dijî nirxên me yên demokratîk ên ku bi xwîna şehîdên me û keda gelê me hatine afirandin, şermezar dikin. Gelê Kurd li dijî van rewşan tu carê serî natewîne.
Em bang li dewleta Fransa dikin. Ji kerema xwe re bi hesabên qezencê yên erzan, hêsan û xerab dawî li lîstikên xwe yên siyasî yên li ser Kurdan bînin û li nirxên demokratîk û însanî xwedî derkevin. Destên xwe yên qirêj ji stûyê gelê Kurd derxin. Em ne li hêviya dostaniya we ne, dijminatiyê nekin bes e.“