CÎK’ê banga beşdarbûnê meşa Strasbourgê kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) banga beşdarbûna meşa Strasbourgê ya ji bo protestokirina komploya navneteweyî û bi daxwaza azadiya Rêber Apo were lidarxistin kir.

CÎK’ê derbarê meşa protestokirina 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku Rêber Apo radestî Tirkiyeyê hat kirin daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komploya navneteweyî ya ku 27 sal berê li dijî Rêber Apo dest pê kir, îro jî li dijî gelê Kurd li Rojava berdewam dike.

Daxuyaniya CÎK’ê wiha ye:

"27 sal berê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ev komplo êrîşeke dîrokî ya li dijî îradeya siyasî û pêşeroja gelê Kurd hat kirin. Gelê Kurd li hember vê komployê li ber xwe da, bedel da û bi têkoşînê nîşan da ku ew teslîm nabe.

Îro heman hişmendî piştî 27 salan li Rojava jî xistin dewrê. Bi êrîşên 6’ê Çileyê yên li ser Rojava re armanc kirin ku destkeftiyên ku gelê Kurd bi dest xistine ji holê rakin. Duh di şexsê Abdullah Ocalan de  îradeya Kurdan hedef hat girtin; îro jî hewl didin îradeya Rojava ji holê rakin.

Gelê Kurd li hember herdu komployan li ber xwe da û berxwedana xwe didomîne. Lê xeterî mezin e û yekîtî, helwesteke hevpar û helwesteke xurt a li hemberî van êrîşan ji her demê bêtir jiyanî ye.

Îro di heman demê de ji bo pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk a li Tirkiyeyê qonaxek krîtîk e. Ev pêvajoya ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, ji bo pêşve birina wê girîng e ku Ocalan azad be û xwedî mercên xebatê be. Azadiya Ocalan şertê sereke yê aştiyê ye.

Ji ber vê yekê, em ê di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê bin. Em bi hev re hem komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û hem jî êrîşên heyî yên li dijî Rojava protesto dikin. Em bang li gelê Kurd û dostên wan dikin ku li dijî herdu komployan îradeya hevpar mezin bikin.”