BI DÎMEN

Biryara SP’ê ya ji bo Sûriyeyê: Rojava û modela wê biparêzin!

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê di kongreya xwe de derbarê Rojava de hin biryar standin. Di daxuyaniya ku bi yekdengî ji hêla delegeyan ve hat qebûlkirin de, li dijî êrîşên li ser Rojava nerazîbûn hat nîşandan û banga parastina Rojava hate kirin.

Li hember operasyonên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) têne destekirin, nerazîbûneke nû ya navneteweyî ji Swîsreyê hat. Partiya Sosyalîst (SP), ku yek ji mezintirîn partiyên Swîsreyê ye, di kongreya xwe ya giştî ya li Bienne de biryarek girêdayî Sûriyeyê pejirand û bang li Konseya Federal kir ku ji bo parastina Rojava tedbîran bigire.

JI BO ROJAVA PIŞTGIRÎ Û PEYAMA HEVGIRTINÊ

Di axaftinên beriya biryarê de ku ji hêla Hevseroka Daireya Koçberiyê ya SP’ê Sînem Gokçen, ji Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê Ozen Aytaç û endama Parlamanta Federal a SP’ê Valerie Piller Carrard ve hatin kirin, hate destnîşan kirin ku êrîşên li ser Rojava herêmê bêîstîqrar dikin. Hate gotin ku modela rêveberiya xweser a demokratîk di warê azadiya jinan, jiyana hevpar a gelan û demokrasiya herêmî de alternatîfek girîng pêşkêş dike. Hate ragihandin ku "parastina Rojava berpirsiyariya civaka navneteweyî ye."

PEYAMA HEVGIRTINÊ YA CEDRIC WERMUTH

Di kongreyê de pankartek bi nivîsa "Hevgirtina bi Rojava re" hate hildan û Hevserokê Giştî yê SP’ê Cedric Wermuth ji bo nîşandana hevgirtina xwe li pişt wê pankartê rawestiya. Biryar ji aliyê delegeyan ve bi yekdengî hate pejirandin.

BEHSA KOBANÊ Û KRÎZA MIROVAHIYÊ HAT KIRIN

Di daxuyaniyê de, hat destnîşan kirin ku şerê li taxên ku Kurd lê dijîn, bûye sedema krîzeke mirovî ya cidî û bi deh hezaran kes koçber bûne. Hat diyarkirin ku lihevkirina ji bo agirbestê di pêvajoyeke hesas de derbas dibe û hat gotin ku ewlehiya kêmneteweyan hê nehatine misogerkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gihîştina alîkariya mirovî hîn jî sînordar e û hat gotin ku Kobanê di bin dorpêçê de ye û korîdoreke mirovî ya ewle tune.

BERPIRSYARIYEKE TAYBET A SWÎSREYÊ HEYE

Di biryarnameyê de tê gotin ku Swîsre ji ber kevneşopiya xwe ya dîplomasiya mirovî û statuya xwe wekî parêzvanê fermî yê Peymanên Cenevreyê berpirsiyariyek taybet hildigire ser xwe. Ji Konseya Federal hat xwestin ku bi demildest peywira xwe ya "parastina kêmneteweyên etnîkî û olî li Sûriyeyê" bicîh bîne.

DAXWAZ

1-Divê Swîsre di asta du alî û navneteweyî de ji bo parastina sivîlan û kêmneteweyan înîsiyatîf bigire.

2-Divê piştgiriya çavdêriya agirbestê û mafê vegerê ji bo kesên koçberkirî bike; û hewldanên dîplomatîk zêde bike.

3-Divê alîkariya mirovî zêde bike; bi taybetî piştgiriya bijîşkî, xwarin, stargeh û psîkososyal bi rêya saziyên Neteweyên Yekbûyî peyda bike.

4-Divê gihîştina rêxistinên alîkariyê bo herêmê misoger bike; û hewldanên dîplomatîk bide destpêkirin da ku dorpêça Kobanê bi dawî bibe.

5-Divê lêpirsînên li ser binpêkirinan û darizandina berpirsiyaran bixwaze.

6-Divê piştgiriya ji bo avahiyên sivîl di warên mafên mirovan, perwerde, tenduristî, jin û ciwanan de zêde bike.

7-Divê piştgiriya dîplomatîk û mirovî xurt bike da ku avahiya xweser û demokratîk a herêmî ya Rojava biparêze.