Bîrsen Kars a ku di Komkujiya 19'ê Kanûnê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
Bîrsen Kars ku di Komkujiya Girtîgehan a 19'ê Kanûnê de birîndar bû, li Elmanyayê ku tedawiya kanserê didît, jiyana xwe ji dest da.
Bîrsen Kars ku di Komkujiya Girtîgehan a 19'ê Kanûnê de birîndar bû, li Elmanyayê ku tedawiya kanserê didît, jiyana xwe ji dest da.
Di komkujiya 19'ê Kanûna 2000'î de ku dewleta Tirk li hemberî girtiyên li dijî girtîgehên tîpa F di greva birçîbûnê de bûn pêk anî, Bîrsen Kars bi giranî birîndar bûbû. Qenala Halkin Sesî TV ragihand ku Bîrsen Kars a bi salan bû li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê tedawiya kanserê didît, jiyana xwe ji dest da.
'EM BI SAXÎ ŞEWITANDIN'
Kars sala 1992'an dema ku xwendekara Endezyariya Endustrî ya Zanîngeha Stenbolê bû di dema çalakiyekê de hatibû destgîrkirin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Kars di dema Komkujiya 19'ê Kanûnê de digot Em şeş jin bûn, bi saxî em şewitandin' û bi birîneke giran li ambûlansê siwar dikirin. Kars ji ber çekên kîmyewî yên hatin bikaranîn û êşkenceya giran bi nexweşiya kanserê ket. Beşeke mezin a serê Bîrsen Kars, destên wê û pişta wê şewitî bûn.