Li bajarokê Anderlecht ê Belçîkayê bi tevlîbûna Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn civîna gel hate lidarxistin. Di civîna bi tevlîbûna zêde de geşedanên heyî bi awayekî berfireh hatin nirxandin.
Di civînê de Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn axivîn. Di civînê de geşedanên mehekî hatin nirxandin û xeteriyên heyî û derfetên derketine holê, hatin nîqaşkirin. Di civînê de mijarên girîngiya berxwedanê û yekîtiya Kurd derket pêş.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku berxwedana gel qirkirinê rawestand û tevî vê jî zehmetî û xeterî dewam dikin.
Civîn piştî axaftinan, bi beşa pirs-bersiv bi dawî bû.