Bi hezaran li Fransayê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

Di meşa li Parîsê de Zubeyîr Aydar diyar kir, “Rêberê Gelê Kurd ji ber ku ne kesekî asayî ye rastî komployeke wisa kûr û hovane hat. Em ê 24. Sala wê bikin sala azadiyê."

Li paytexta Fransa Parîs û Nantesê bi armanca şermezarkirina 23. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hatin lidarxistin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Demokratîk a Fransa (TJK-F) li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek ji qada Repûblîqûe heta Bastîlle bi tevlêbûna bi hezaran Kurdistanî û dostên wê hat lidarxistin.

Di meşa ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hilgirtin de daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" careke din qad dagirt. Çalakiya ku pankarta "Demildest ji Ocalan re azadî" ji aliyê jinan ve li rêza herî pêş hate vekirin saet di 13:00 de destpê kir.

Di tevahiya meşê de axaftinên têkildarê şermezarkirina komployê hatin kirin û belavokên bi zimanê Fransî li derdorê hatin belavkirin.

Di meşa ku saetekê domkir de bê navber dirûşmeyên şermezarkirina komployê û "Ji Abdullah Ocalan re azadî" hatin berzkirin, dema gihîştin qada Bastîlle li wir piştî deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê mîtîngê destpê kir.

Piştî ku ciwanan bi rengên kesk-sor- zer reng dan mîtîngê û piştî stranên hunermendê Kurd Hozan Şemdîn, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar li qada Bastîlle ji gel re axivî.

Aydar di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku komploya navneteweyî çawa pêş ket û Rêbertî çawa dîl hat girtin.

Aydar got, "Rêberê me 23 sal in di esaretê de ye. Ji ber vê yekê em li pêşberî hemû gelan û li vê qadê vê komployê şermezar dikin. Em dibêjin em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin. Em ê sala 24'an bikin sala azadiyê. Ji ber ku Rêber Apo ne mirovekî asayî ye, rastî komployeke wisa kûr û hovane hat û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Dema em lê dinêrin li Kurdistanê ji aliyê Rêber Apo ve destan hatine nivîsandin, 49 sal berê şoreşek afirand û gava yekem avêt. Netewekê ku bê nav bû û tu kesî wê nas nedikir, miletekî ku ji nasnameya xwe direvî îro anî rojeva cîhanê. Em vê yekê deyndarê Rêber Apo ne. Dîroka ku kesî newêrîbû binivîse wî ji agir nivîsand.

Xwedî derketina li Serok Apo xwedî derketina li şoreşê ye. Xwedî derketina li Serok Apo xwedî derketina li Kurdistanê ye. Xwedî derketina li Serok Apo xwedî derketina li mafên hemû gelan e. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e. Em minetê li tu kesî nakin, em ji bo xwe li vir in." Aydar, axaftina xwe bi şermezarkirina komploya navneteweyî bi dawî kir.

Di axaftina li ser navê ACTÎT-SKB'ê de peyamên piştgiriyê hatin dayîn.

NANTES

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Nantes ê Fransayê bi meşekê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Nantes a Fransa û bajarên derdora wê dijîn, saet 14:00’an li qada Place du Commerce hatin cem hev.

Kurdistanî û dostên wan li navenda bajarê Nantesê pankartên "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statu" vekirin û dirûşmeyên "Bimre komploya navneteweyî", "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî hatin berzkirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

Hevalên şervanê bi navê Olîvîer le Claînche (Kendal Breîzh) bi eslê xwe ji Bretonê ye ku di 10’ê Sibata 2018’an de di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê yên 4 sal berê de şehîd bûbû, hin sazî û partiyên siyasî bajarê Nantes bi rengên xwe tevlî meşa protestoyî bûn û piştgirî dan.

Di axaftinên ku piştî deqeyeke rêzgirtinê li meydana Place dû Royale hatin kirin de, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên şeva 1’ê Sibatê li ser Mexmûr, Şengal û Rojava hatin şermezarkirin û hat gotin; “Dewleta Tirk bi awayekî dijmirovahî pîvanên navneteweyî tune dihesibîne û li ber çavê hemû cîhanê polîtîkayên qirkirina siyasî dimeşîne. Hema bêje her roj cih û warên sivîlan ji aliyê bejahî û hewayî ve bombebaran dike û zarok û jinan dikuje." Her wiha bedeng mayin û bê helwest negirtina welatên Yekîtiya Ewropayê li hemberî şer û binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk hat rexnekirin.

Di daxuyaniya li ser navê dostên Kurdan de jî hate gotin ji ber ku PKK ji bo gelek gelan bi taybetî jî li Rojhilata Navîn hêviya azadiyê ye lewma îro di lîsteya terorê de ye. Yên ku hewl didin PKK'ê di nava lîsteya terorê de bihêlin di rastiyê de yên teror û yên ji qeyranan sûdê digirin in. Her wiha peyam hate dayîn ku wê li her qadê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de li cem wan bin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.