Bi hezaran Kurd li Drancy’ê li dijî êrişa faşîst meşiyan

Li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê bi hezaran kes li dijî êrişên faşîst-nijadperest û zexta polîsan daketin qadan.

Saet 13:00’an bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li ber Şaredariya Drancy hatin cem hev û bi hilgirtina posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Di meşê de pankartên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ya "Werin cenga azadiyê" û "Cenga azadiyê geş bike, Rêber Apo azad bike" hatin vekirin.

Di meşa ku bi pêşengiya jin û ciwanan hat lidarxistin de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwadana gelê Kurd" û "Drancy wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin.

Meş bi qasî du saetan bi muzîkê re heya taxa Bobîgny dom kir.

Di îstasyona dawî ya meşê de Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) Necmettîn Demîralp axaftinek kir.

Demîralp bi bîr xist ku "Di demên dawî de li dijî Kurdan êrîşên sîstematîk tên kirin."

Demîralp anî ziman ku "Helbet nizanin Rêbertiya me çi daye me" û destnîşan kir ku divê dest ji biryarên qirêj ên li hemberî Kurdan berdin.

Demîralp got, “Kes nikare me ji vê rêyê dûr bixe, hûn ê vê yekê fêm bikin. Em Kurd dikarin xwe biparêzin. Em naxwazin bi dewleta Fransa û polîsên wê re rû bi rû bên. Em têkoşîna azadiya Kurd dimeşînin. Em êdî destûrê nadin van çeteyên faşîst. Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Polîsên Fransî di 24’ê Sibatê de avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy û faşîstên Tirk rojek şûnde êrîş kirin. Nîjadperestan hewl dan bi ala Tirk bikevin hindurê komeleyê, lê bi destwerdana Kurdan hatin astengkirin. Di encama êrîşê de 3 Kurd birîndar bûn.