Bi hezaran kes li Frankfûrt Torê hatin ba hev û meşiyan ber bi Goristana Sosyalîstan ve. Bibîranîn, ji sala 1996’an ta bi niha tê kirin. Di meşa îsalî de peyam li dijî şer û mîlîtarîzmê hatin dayîn. Ji xeynê partiyên çepgir saziyên Tirkiyeyî û Kurdistanî jî bi pankartên xwe tev li meşê bûn.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) ku tev li çalakiyê bûn, peyam dan ku xelasiya gelan bi şoreş û sosyalîzmê û têkoşîna rêxistinbûyî ye.
Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger a Ewropayê (ADGB) bi pankartên Ecevît Pîroglû yê şoreşgerê enternasyonalîst ku Sirbistan dixwaze radestê Tirkiyeyê bike, cih di nav meşê de girt.
Korteja TCŞ û TêkoJIN’ê jî rengîn bû. Aktîvîst bi al û pankartên xwe tev li meşê bûn. Dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ di meşê de hat berzkirin.
Gul û çeleng li Goristana Sosyalîstan hatin danîn û meşa bibîranînê bi dawî bû.