Bi hezaran kes herikîn Strasboûrgê: Ciwan li gel Rêber Abdullah Ocalan in

Bi hezaran kesên ku ji Swîsre, Elmanya û Fransayê herikîn Strasboûrgê, îsal jî weke her sal ji berpirsyarên komploya navneteweyî hesab pirsin.

Rêxistinên ciwanên Kurd ên li bajarê Sierentz ê Fransayê û ciwanên enternasyonalîst jî li Frankfûrtê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Meşa Dirêj" dabû destpêkirin, çalakger îro tevlî çalakiya li Strasboûrgê bû.

Ji Swîsre, Elmanya û Fransayê bi hezaran kes li ber stasyona trenê ya Strasboûrgê kom bûn. Her çiqasî polîsên Fransî nehiştin ku piraniya xelkê biçin Elmanyayê, li gel hemû astengiyan jî bi hezaran kes tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de ciwan û enternasyonalîstên beşdarî meşa dirêj bûn di rêza herî pêş ya çalakiyê de cihê xwe girtin. Çalakî di saeta 12.00’an de li ber îstasyona trenê ya Strasboûrgê dest pê kir û li qadaa Long Dîstance bi dawî bû. Ciwanan di çalakiyê de timî dirûşmeyên bi zimanê Kurdî, Fransî û Tirkî komplo şermezar kirin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir.

‘EM Ê TU CARÊ SERÎ NE TEWÎNIN‘

Pêşî li ser navê KCDK-E Fatoş Goksungur û Yûksel Koç axivîn.

Fatoş Goksungur, di destpêka axaftina xwe de ciwan û enternasyonalîst ên ku bi rojane dimeşin pîroz kir. Goksungur diyar kir ku ew komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin û got: “Ciwanên Kurd, gelê Kurd li pişt Rêber Ocalan in. Îro di nava me de ciwan, enternasyonalîs û dostên me yên bi rojane dimeşin hene. Em ê tu carê li dijî komployê serî netewînîn.

‘WÊ TÊKOŞÎNA ME BÊ NAVBER BIDOME‘

Piştre li ser navê komên xwe aktîvîst Ante Eston (Bask), Bornot Casos (Katalonya), Fransizka Svhutz (Alman) û Andrea Reînoso (Amerîkaya Latîn) ku beşdarî meşa dirêj a ji Frankfûrtê dest pê kir, axivîn.

Li ser navê tevgerên ciwanên Kurd ên ji Fransayê meşiyan, bi sê zimanan daxuyanî hat dayîn. Endamên Tevgerê di daxuyaniya xwe de gotin: “23 sal berê Rêber Apo bi komployeke navneteweyî radestî Komara Tirkiyeyê hate kirin. Em ê tu carî serî li ber vê komployê netewînin. Berxwedana me wê bê navber bidome. Heta ku Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad nebe, em ê li her cihê li qadan bin û têkoşîna xwe mezin bikin.“

Piştî axaftinan, Kawa Urmiyê, Bergîn Demir, Azad û Hozan Sîdar awaz gotin, Cuneyt Ozdemir jî helbest xwend.