BI DÎMEN

Bêtehamuliya li hemberî ala YPG’ê: Polîsên Mainzê meş asteng kirin

Li bajarê Mainzê yê Almanyayê, mîtînga ku ji bo piştevaniya bi Rojavayê re hatibû rêxistinkirin, ji ber ku polîsan destûr neda hilgirtina alayên YPG’ê, veneguherî meşê. Çalakgeran helwesta polîsên Alman wekî “keyfî û provokatîf” pênase kirin.

Çalakiya ku wekî mîtîng û meş hatibû plankirin, ji ber daxwaza polîsên Mainzê ya qedexekirina alayên YPG’ê, tenê di asta mîtîngê de ma.

Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de hat bibîrxistin ku li Almanyayê der barê alayên YPG û YPJ’ê de tu qedexeyeke qanûnî nîn e û helwesta polîsan wekî "serderiyek" hat dîtin. Polîsan şertê "hûn alayan daxînin, em ê destûr bidin meşê" danî ber çalakgeran, lê ev yek bû sedema nerazîbûneke mezin.

Axaftvanan nêzîkatiya polîsên Mainzê şermezar kirin û destnîşan kirin ku li Rojavayê ji bo ku ew al neyên xwarê berdêlên giran hatine dayîn. Di axaftinekê de hat gotin: “Li Rojava dijminên me nekarîbûn ala me daxînin. Şervanan ji bo ku ala me neyê xwarê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirin û şehîd bûn. Em ji bo ku ala xwe danexînin meşê nakin; em ê li vir daxuyaniya xwe bidin û mîtînga xwe bi dawî bikin.”

Çalakgeran li qada mîtîngê alayên YPG’ê hildan û helwesta polîsan a provokatîf protesto kirin. Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ” û “Gelê Kurd yek e” bi dawî bû.

Di dawiya mîtîngê de hat ragihandin ku sibê li bajarê Mannheimê ji bo piştevaniya Rojava çalakiyeke nû wê bê lidarxistin.