Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Marsîlyayê hatin bibîranîn

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û gerîlayê HPG’ê Azad Guler ê par li Serhedê şehîd bû, bi meresimekê li Marsîlyayê hatin bibîranîn.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê meresima bibîranînê hat lidarxistin. Di meresimê de gerîlayê HPG’ê Azad Guler (Mumtaz Okyay) ê par li Serhedê şehîd bû jî hat bibîranîn.

Meresima li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê hat lidarxistin, bi girtina rêza ji bo şehîdan dest pê kir. Hevseroka Navendê Dogan Çelîk, di meresimê de axivî.

Li sînevîzyoneke ji bo bîranîna gerîlayê HPG’ê Azad Guler (Mumtaz Okyay) ê 21’ê Tîrmeha 2021’î li Serhedê şehîd hatibû amadekirin, hat temaşekirin. 

Piştî sînevîzyonê re birayê Azad Guler axavtinek kir û got: “Em ê li ser xeta wî li têkoşînê dewam bikin û gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin silav kir.“

Sînevîzyona ji bo Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatibû amadekirin jî hat nîşandan.

Meresim, bi silavkirina berxwedana gerîla û berzkirina dirûşman qediya.