Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Hîldesheîmê hatin bibîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê bi meresimekê hatin bibîranîn.

Ji bo salvegera 40’emîn a berxwedanê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hîldesheîmê, meresimek hat lidarxistin. Di meresimê de, di şexsê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de, Berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê hat silavkirin û şoreşgerên şehîd ên meha Tîrmehê hatin bibîranîn.

Bibîranîn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Sînevîzyonek li ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hat nîşandan. Nûnerên Meclisên Komun ên Şoreşger ên Hannoverê, Partîzan û PYD’a Hannoverê jî axivîn.

Di meresimê de, bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.