Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Elmanya û Fransayê hatin bîranîn
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê û herêma Mantes-la-Jolîe ya paytext Parîsê ya Fransayê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê û herêma Mantes-la-Jolîe ya paytext Parîsê ya Fransayê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ku di berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmeha 1982’an de şehîd bûn, li herêma Mantes-la-Jolîe ya Parîsê hatin bîranîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê malbatên şehîdan axaftin hatin kirin.
Di axaftinên hatin kirin de çalakvanan anîn ziman ku ew ê xwedî li şehîdên 14’ê Tîrmehê derbikevin û wê şopdarê mîrateya ku wan li pey xwe hiştî bin.
Merasîm bi temaşekirina sînevîzyona ji bo 14’ê Tîrmehê û di dewama wê de bi guhdarkirina muzîka ku hunermendên TEV-ÇAND’ê amadekiribûn bi dawî bû.
SAARBRUCKEN
Meclîsa Gel a Saarbruckenê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi merasîmekê bi bîr anîn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û di axaftinên li wir hatin kirin de berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê hat silavkirin.