‘Berxwedana Abdullah Ocalan komplo pûç kir‘

Li Bernê di çarçoveya 23’yemîn salvegera komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek meşaleyî hate lidarxistin.

Li herêma Bîel a  Kantona Bernê di çarçoveya 23’yemîn salvegera komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek meşaleyî hate lidarxistin. Bi sedan kesên ku li ber Bîel Banhofê kom bûn, pankartên ku komployê şermezar dikin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û bi meşaleyan heta ber qada Central Platzê meşiyan.

Girseyê di tevahiya meşê de bi dirûşmeyên bi Kurdî, Tirkî, Elmanî û Fransî hêzên komploger şermezar kirin. Girseya ku gihişt qada Central Platzê, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt.

‘BERXWEDANA OCALAN KOMPLO PÛÇ KIR‘

Li ser navê girseyê Hevserokê Komeleya Çanda Kurd a Bernê Burhan Karakoç axivî û diyar kir ku ew hêzên komploger şermezar dikin. Karakoç anî ziman ku Ocalan ji bo têkoşîna Kurdistanê kedeke mezin da û got:“ Berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê komplo pûç kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviya hemû gelên bindest e û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşînê mezin bikin.“

Piştî axaftina Karakoç, daxuyaniya bi Elmanî û Fransî hate xwendin.

Her wiha saziyên enternasyonalîst jî piştevaniya çalakiyê kir.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.