Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk zêde dibin
Li her devera cîhanê bi domdarî bertek û nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê nîşan dayin.
Li her devera cîhanê bi domdarî bertek û nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê nîşan dayin.
Bertekên li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi erêkirina NATO’yê û alîkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de dayî despêkirin, berfireh dibin. Di daxuyaniyên ji komên çalakvanan heta bi siyasetmedaran re hatinî dayin de li dijî dewleta Tirk bertek hatin nîşandan.
WAS: Lİ DİJÎ DÎKTATORTİYA ERDOGAN HEVGİRTİNA ME Bİ GELÊ KURD RE YE
Karkerên Dijî Mezhebperestiyê (WAS) ku di çarçoveya çalakiyên protestoyî yên sala 2019’an ên li Iraqê de li Bexdayê hatin avakirin, derbarê êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Zapê de daxuyaniyek da û got, “Li dijî dîktatortiya Erdogan hevgirtina me bi gelê Kurd re ye."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev polîtîkaya dagirkeriyê ya dewleta Tirk, civaka Iraqê bi giştî hêrs dike. Ji aliyekî ve Îran û milîsên wê destwerdana Iraqê dikin, ji aliyê din ve jî dewleta Tirk ya li Iraqê di bin kontrola Emerîkayê de herêmên Kurdan bombebaran û dagir dikin dibe sedemê avabûna hîsek ya weke dewleta Iraqê ne xwediyê serweriya dewletê ye derkeve pêş. Îraqî hest bi wê yekê dikin ku ne welatê wan, ne serweriya wan, ne nûneratiya siyasî di hikûmetê de heye û ew bi însafa dewleteke dîktator re mane."
WÊ LI BER SEFARETXANEYA TIRK XWEPÊŞANDANEK WERE LIDAR XISTIN
WAS'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku çalakger li dijî êrîşên dewleta Tirk wê "Komîteya Navendî ya Xwepêşandanê" ava bikin û eger bi awayekî erênî bersivê nedin daxwazên çalakvanan, wê li ber sefaretxaneyê dewleta Tirk şermezar bikin. Aktîvîstên WAS’ê gotin, “Îro ji bo ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi taybetî û bi giştî berdewamiya destwerdana li serweriya Iraqê, helwesteke tund nîşan bidin, îro ‘Komîteya Navendî ya Xwepêşandanê’ li dar dixin. Di daxuyaniya dawî de, vê komîteyê operasyonên artêşa Tirkiyê li ser navçeyên Kurdistanî şermezar kir û ragihand ku şandeyek wê serdana sefaretxaneya Tirkiyê ya li Herêma Kesk a Bexdayê bike û bi awayekî fermî li wê derê daxuyaniyê bide. Eger hikûmeta Tirkiyê bersiva daxwazên xwepêşanderan nede û xwe ji Herêma Kurdistanê venekişîne, Komîteya Navendî wê xwepêşandaneke berfireh li ber sefaretxaneya Tirkiyê li dar bixe. Li dijî dîktatortiya Erdogan hevgirtina me bi gelê Kurd re ye."
'ERDOGAN ŞERÊ UKRAYNAYÊ BI KAR TÎNE'
Alîkarê Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kantona Baselê ya Swîsreyê Marcel Colomb li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî ku dewleta Tirk di Cejna Paskalyayê de bi bikaranîna şerê li Ukraynayê êrîşî Kurdan kir. Colomb bêdengiya rojava rexne kir û got, "Erdogan şerê li Ukraynayê di têkoşîna xwe ya li dijî Kurdan de bi kar tîne. Êrîşa li Bakurê Iraqê vê yekê bi awayekî zelal nîşan dide."
‘LI KURDISTANÊ HIQÛQÊN NAVNETEWEYÎ TÊN BINPÊKIRINÊ'
Endamê Meclîsa Şaredariya Leîpzîgê ya Dîe LÎNKE Mîchael Neûhaûs bêdengiya hikûmeta Elman a li hemberî dagirkeriya Tirk a ku hiqûqa navneteweyî binpê dike, rexne kir. Neûhaûs li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî, "Her roj bi bîr dixe ku hevkarê NATO yê #Tirkiye niha li #Başûrê Kurdistanê li Iraqê şer dike û hiqûqên navneteweyî binpê dike û Hikûmeta Federal jî li hember vê yekê bêdeng e."
SEROKÊ THURÎNGENÊ BERTEK NÎŞANÎ ERDOGAN DA
Serokwezîra Eyaleta Thurîngenê ya Elmanyayê Bodo Ramelow diyar kir ku Tirkiyê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û şerê Rûsya û Ukraynayê weke firsend bikar aniye. Ramelow bal kişande ser gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên di civîna komê de bi kar anî û nivîsand ku Erdogan bi van gotinan mirovahiyê nezan dibîne. Ramelow li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Tirkiyeya hevkarê NATO’yê, şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike, ji bo binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi kar tîne." Ez ji zelaliya OTZ’ê razî me. Serokomar Erdogan bi gotina 'seriyan biperçiqîne' bi eşkereyî nîşan dide ku mirovatiyê nezan dibîne."
AYMAZ: BILA NATO EŞKERE BIKE BÊ KA GELO KOORDÎNE DIKE YAN NA
Parlamentera Partiya Keskan a Elman Bêrîvan Aymaz li ser pirsa gelo di êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de hevkariya NATO'yê heye yan na. Berîvan Aymaz li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev tişt parve kir, “Gelo Erdogan ji raya giştî ya cîhanê re derewan dike? Dema ku Bexda êrişa Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê-Iraqê protesto dikir, Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand ku ew bi Tirkiyê re hevkariyê nakin. Niha divê #NATO eşkere bike bê ka Tirkiye êrîşa xwe bi wê re koordîne dike yan na."
DEMÎREL BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYÊ DA
Berdevka Polîtîkayên Derve û Aştiyê ya DÎE LÎNKE ya li Parlamentoya Ewropayê Ozlem Alev Demîrel, êrîşên dewleta Tirk a dagirker wekî "kiryarên bi îddîayên xweparastinê yên li dijî hiqûqa navneteweyî" nirxand. Demîrel bertek nîşanî bêdengiya li hemberî êrîşan da û diyar kir ku PDK piştgiriyê dide êrîşan. Demîrel got, "Ya ku balê dikişîne, bertek an jî bê bertek mayina YE, NATO û welatên endam e. Prensîbên wekî serwerî, yekparebûna axê û hwd, tenê li Ewropayê an jî dema ku DYE û YE'yê wek hêzên mezin berjewendiyên xwe di xetereyê de dibîne, derbasdar xuya dike."
'TÊKOŞÎNA KURDAN REWA YE'
Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Ozlem Alev Demîrel di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:
"Ez daxwazê ji hikûmeta Tirkiyê dikim ku demildest destwerdanên xwe yên leşkerî li Iraq û Sûriyê rawestîne, ji ber ku dibin sedema mirin û azaran û rê li ber bihevre jiyana aştiyane ya gelên cuda li herêmê digire. Divê daxwazên rewa yên demokratîk ên Kurdên li Tirkiye û welatên cîran bi polîtîkayên 'Têkoşîna li dijî terorê' neyên tepisandin, li şûna destwerdanên leşkerî yên li dijî Kurdan li welatên cîran û zextên siyasî yên li Tirkiyeyê, çareseriyeke siyasî ya domdar a bi navê pirsgirêka Kurd re lazim e û mafê Kurdan ku bi rengê ku bikarin di şert û mercên wekhev û bi awayekî xweser pêşeroja xwe biguherînin bê dayîn.
Careke din ev êrîşa artêşa Tirk xizmeta desthilatdarên Tirk dike ku neteweperestiyê di nav xwe de xurt bike da ku bala xwe ji pirsgirêkên rastîn ên aborî û civakî yên welêt bikşîne û mixalefeta demokrasî û wekheviyê bitepisîne.”