Li bajarê Bielefeldê yê Elmanyayê, îro di meşa ku ji aliyê Komeleya Xwendekarên Kurdistanî (KDS) ve hat organîzekirin de, Kurdistanî, dostên wan ên Elman û gelek ciwan beşdar bûn. Beriya çalakiyê li Stasyona Trenê ya Navendî ya Bielefeldê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û şoreşê rêz hat girtin.
Di dirêjahiya meşê de girseyê gelek caran sloganên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Frei, frei Rojava”, “Şehîd Namirin” û “Ji Rojava re Statû” berz kirin. Di axaftinên ku ji aliyê KDS’ê ve hatin kirin de, banga rakirina dorpêça li ser Kobanê ya demildest û naskirina statûya demokratîk a Rojava hate dubarekirin.
Di çalakiyê de her wisa xwendekarên Kurd bertek nîşanî gotareke ku di kovara Der Spiegelê de hatibû weşandin dan. Di daxuyaniya hatî dayîn de hat diyarkirin ku di nûçeya navborî de gotinên hêmanên cîhadîst ên tundrew bi awayekî nerasterast hatine rewakirin û tundiya li ser gelê Kurd wekî tiştekî asayî hatiye nîşandan.
Hat destnîşankirin ku weşanên Der Spiegelê yên rastiyê berovajî dikin nayên qebûlkirin û hat gotin:
“Ev ne tiştekî nû ye; nûçeyên ku kujeran diparêzin û mexduran reş dikin, di rojnamegerên wekî Mohannadj Alkhalil Alnajjardie de dişibe qalibekî herdemî. Em ê rê nedin ku ew me wekî pirsgirêk îlan bikin.”
Girseya ku gihişt qada Jahnplatzê, bi slogan, marş û stranan çalakiya xwe domand.