Berfîn Botan û hevrêyên xwe hatin bibîranîn
Berfîn Botan û hevalên xwe ku meha Hezîranê şehîd bûn, li Grevenbroîchê hatin bibîranîn.
Berfîn Botan û hevalên xwe ku meha Hezîranê şehîd bûn, li Grevenbroîchê hatin bibîranîn.
Kurdistaniyên li bajarê Grevenbroîch ê Elmanyayê hatin ba hev, Berfîn Botan (Rihan Xelef) û hevrêyên wê ku 11’ê Hezîrana 2022’yan şehîd bûn, bi bîr anîn.
Merasîma bibîranînê, bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Malbata Berfîn Botan jî tev li meresimê bû. Xalê şehîdê li ser navê malbatê û li ser navê Tevgera Jinên Kurd jî Nesrîn Rojava axivîn.
Xalê Şehîd Berfîn destnîşan kir ku ew ê têbikoşin.
Nesrîn Rojava jî bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sûcên şer ên dewleta Tirk li Herêmên Parastina Mediyayê û berxwedan gerîla. Nesrîn Rojava diyar kir ku gelê Kurd li çar parçeyên welêt li ber tecrîd, şer û mêtinkariyê rabûye.
Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin“, “Bijî Serok Apo“ û “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.