Bavê Huseyîn Çelebî, Rifat Çelebî jiyana xwe ji dest da
Federasyona Gelan a Kurdistanî (FED-GEL) BW û Bayern ji ber wezafata Rifat Çelebî ku bavê yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Huseyîn Çelebî ye, ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Federasyona Gelan a Kurdistanî (FED-GEL) BW û Bayern ji ber wezafata Rifat Çelebî ku bavê yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Huseyîn Çelebî ye, ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê FED-GEL’ê ve hatî dayîn, bavê Huseyîn Çelebî ku di heman demê damezrênerê Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanî (YXK) ye, Huseyîn Çelebî roja 2’ê Gulanê Yekşemê li nexweşxaneyek a Nurnbergê jiyana xwe ji dest da.
FED-GEL’ê got: “Ji ber windahiya ku gelê me hemû xemgîn kiriye, di serî de malbata wî em ji heskiriyên wî û gelê Kurdistanê hemûyê re sersaxiyê dixwazin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin: “Rifat Çelebî di axaftina xwe ya di merasîma Wêjeyê de ku her sal li ser navê Şehîd Huseyîn Çelebî tê lidarxistin, bang li ciwanan kiribû û wiha gotibû: ‘Ez 86 salî me û hetanî goristanê ez ê di vê goristanê de cih bigirim. Hûn jî ji pirsa ez kîm e, ji xwe bikin. Xwedî li nasname û zimanê xwe derbikevin. Xwedî li nasname û zimanê xwe derbikevin!’.”
‘HETANÎ GORISTANÊ EZ Ê DI VÊ TÊKOŞÎNÊ DE CIH BIGIRIM Û DEYNÊ XWE BIDIM’
Rifat Çelebî ku sala borî tevlî Merasîma Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî ya 29’emîn bû ku di serê meha Cotmehê de hat lidarxistin, ev tişt got: “Em welatparêziyê ji zarokatiyê fêr bûn. Dema ku Huseyîn 7 salî em bi wî re tevlî çalakiyek a dijberî şer bûn. Huseyîn ji wê demê û vir ve ji ti tiştî paş de nema. Dema hat girtin, êşkence lê hat kirin. Hestiyên lingên wî hatibûn şkestin, lê wî rojekî jî dev jê neberda (…) Ez 86 salî me û hetanî goristanê ez ê di vê têkoşînê de cih bigirim. Ez ê deynê xwe bidim (…) Ji xwe bipirsin ku ‘ez kîm e?’. Xwedî li nasname û zimanê xwe derbikevin.”