Baskê ciwanan gihîşte Strasboûrgê

Ciwan ku ji bajarê Sîerentz ê Fransayê dest bi meşê kiribûn gihîştin Strasboûrgê ku rawestgeha dawî ye. Sibe wê ligel koma enternasyonalîst ya ji Elmanyayê wê bê bi hevre tevlî meşa navendî ya wê were lidarxistin bibin.

Meşa dirêj a aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ku di çarçoveya kampanya ‘Werin Cenga Azadiyê’ de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lidarxistinî, li Navenda Civaka Kurd a Strasboûrgê di roja 6. de bi dawî bû.

Meşvan wê sibê bi koma enternasyonal ya tê Elmanyayê re bibin yek û meşeke navendî organîze bikin.

Koma bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê di 6’ê Sibatê de ji bajarê Sîerentz ê Fransayê dest bi meşê kirin. Li gel hemû şert û mercên hewayê yên xirab û car caran jî hewldanên provokasyonê jî ciwan bi biryardarî meşiyan.

Ciwanên ku li bajaroka Ersteîn di roja pêncemîn a meşê de şiyar bûn, danê sibehê li navenda bajêr li hev civiyan û bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin.

Qonaxa meşê ya roja şeşemîn qonaxa herî kurt bû. Ciwanan îro bi giştî 12 km meşiyan û çalakiya xwe li ber Navenda Civaka Kurd a li navenda Strasboûrgê bi dawî kirin.

EM BI BIRYAR MEŞIYAN, TÊKOŞÎNA ME DIDOME

Ciwanan bi fîşekên hewayî li kolana nêzî Navenda Civaka Kurd pîrozbahî kirin û diyar kirin ku çalakiya wan bi awayekî serkeftî bi dawî bûye.

Li ser navê meşvanan Çiyager Serhat axivî û got, “Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan e. Em 6 rojan bi biryar meşiyan, têkoşîna me didome, wê bidome jî. Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were wê bidome.”

Nûnerên rêxistinên ciwanan wê sibe bi koma enternasyonalîst a ji Elmanyayê tê tevlî çalakiya navendî ya ku wê li Strasboûrgê bê lidarxistin bibin.