Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)-Ewropa metna bangawaziyê ya bi sernavê “Banga me ji gelê me yê Rojava yê li Ewropayê re ye” weşand. Di bangawaziyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku ev yek li dijî destkeftiyên Kurdan e.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê êrîşek mezin da destpêkirin û her roj êrîşî herêmên cuda yên Rojava dike. Ev êrîşên dewleta Tirk ne tenê li dijî gerîlayên Kurdistanê, li dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd in.”
LI DIJÎ DAGIRKIRIYÊ DAKEVIN QADAN
Di bangawaziyê de her wiha hate diyarkirin ku sazî, rêxistin û dostên Kurdan li dijî êrîşên dagirkeriyê li seranserê Ewropayê rêze çalakiyan hatine plankirin û hate gotin ku ji 23’ê Nîsanê û şûnde wê heta ku êrîş bisekinin çalakî bidomin. Bangewaziyê wiha dom kir, “Weke Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Li Ewropayê em hemû gelê me vedixwînin ku li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin û li Ewropayê jî bi ketina nava tevgerê piştgiriya xwe nîşan bidin. Em bang li gelê me dikin ku li dijî dagirkeriyê gavên xurt bavêjin. Îro roja xwedîderketina netewî ye, dema parastina destkeftiyên netewa Kurd e!”
Di dawiyê de hat destnîşankirin, “Di parastina destkeftiyên xwe de cih bigirin.”