Banga ronîkirina ‘Komkujiya Parîsê’ li hikûmeta Fransayê hat kirin

Li Parîsê di salvegera 10’emîn a qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger de, dema amadekariyên meşê dihat kirin, bang li hikûmetê hat kirin ku “Sirê dewletê” ji holê rake.

Li paytexta Fransa Parîsê 9’ê Çileya 2013’an yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ji aliyê teşkîlata îstixbarata Tirk (MÎT) ve, bi sûîqestê hatin qetilkirin.

Bi boneya salvegera 10’emîn a qetlîamê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) civînek a çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de starta merasîmên sala 10’emîn hat dayîn. Li gorî vê yekê, wê bi beşdarbûna ji gelek navendên Ewropayê 7’ê Çileyê li Parîsê meşek protestoyî bê lidarxistin.

Rêzeçalakiyên protestoyî wê bi dirûşmeya “Sirê dewletê ji holê rakin! Bêcezatiya 10 salan bila bi dawî bibe”, 4’ê Çileya 2023’an destpê bike.

DAWÎ LI ŞERMEZARIYA 10 SALAN BÎNIN!

Di civînê bi sê zimanan daxuyanî (Kurdî, Fransî û Tirkî) hat dayîn. Daxuyanî wiha ye:

“9’ê Çileya 2013’an li Parîsê 3 jinên şoreşger ên Kurdistanê; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, di encama êrîşek nemerdane de hatin qetilkirin, em di sala 10’emîn a qetilkirina wan de, wan bi bîr tînin. Ev êrîşa dermirovî ya ku li hemberî van herê 3 jinên pêşeng ên gelê Kurd hatî kirin; bi fermana Erdogan ê faşîst, bi piştgiriya hêzên herêmê û û ji aliyê îstixbarata Tirk ve pêk hat.

Ev êrîş di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de li dijî hemû jinên Kurd û cîhanê, dîsa hemû gelan hatiye kirin. Destpêkê em bi rêzdarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan bi rêzdarî ditewînin.

Dewleta Tirk û dewletên endamên NATO’yê ji van êrîşan berpirsyar in. Em di salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê de car din, van hêzan şermezar dikin.

Dewleta Fransayê berpirsyar e ku Komkujiya Parîsê 9’ê Çileyê bê ronî kirin û kesên sûcdar bên darizandin. Lê Edalet hîna di tarîtiyê de ye. Lewma em di sala 10’emîn de dibêjin ku; Sirê dewletê ji holê rakin! Dawî li şermezariya 10 salan bînin!”

ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ DI 4 'Ê ÇILEYÊ DE DEST PÊ DIKIN

Divê her kes dost û dijmin bizanibe ku heta hesab ji vê qetlîamê neyê pirsîn em ê weke Kurd û jinên Kurd di nava têkoşînê de bin. Em ê îsal bi hêrs û biryardariyeke mezin li qadan bin ku li dijî rastiya ku ev 10 sal in komkujî dernexistiye holê têbikoşin. Em ê ji 4'ê Çileya 2023'an heta 9'ê Çileya 2023'an bi taybet gel û jinên Kurdistanî yên li Fransayê dijîn, di nava çalakiyan de bin. Em ê şehîdên xwe bi bîr bînin û kujeran şermezar bikin.

Li ser vê bingehê;

Roja Çarşemê 4’ê Çileyê, em ê bi jin û dostên Kurdistanî re li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bicivin. Em ê çalakiya xwe ya edaletê pêk bînin.

7’ê Çile roja Şemiyê em ê meşa xwe ya edaletê ya girseyî bi beşdariya gelê xwe li seranserê Ewropayê pêk bînin.

Roja Duşemê 9’ê Çile em ê çalakiya xwe ya bîranînê dîsa li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi merasîmeke fermî ji aliyê Şaredariya Parîsê ve li dar bixin.

Em bang li hemû gelê xwe, jin û dostên xwe û hemû gelên ku daxwaza edalet û azadiyê dikin, dikin ku weke roja destpêkê bi awayekî herî xurt û bi hêrs û bi biryardarî tevlî çalakiyên me bibin."