Kurdistanî û dostên wan di serî de paytexta Fransa Parîsê û gelek bajaran ji bo li hemberî şerê qirêj ê dewleta Tirk-PDK'ê bibin mertal daketin qadan.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran Kurdistanî û dostên wê pêşengiya TJK-F û CDK-F'ê li qada Republiqueyê hatin gel hev. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û pankartên "PKK partiya jinan e, xwedî li Kurdistanê derkevin, dewleta Tirk Kurdan qetil dike" û "Ji Ocalan re azadî, a niha" hatin hilgirtin.
Ligel barana dijwar jî bi giranî jin û ciwan beşdarî meşê bûn û coş û kelecana dîmeneke rengîn derxist holê. Kurdistaniyên li Parîs û derdora wê dijîn bi taybetî esnafên li banlîyoya Drancyê derabên dikanên xwe venekirin, qehwe hatin girtin û dawetên îro pêk bihatana hatin betslkirin. Gel bi coşeke mezin herikîn qada çalakiyê.
Jinan di pêşiya meşê de cihê xwe girtin û bi dirûşmên "Bimre xiyanet", "Kujer-dîktator Erdogan", "Bijî berxwedana gerîla" û "PKK tolhildan" kolan hejandin. Di çalakiyê de belavok jî hatin belavkirin.
Kurdistaniyên ku rewşa hewayê ne di xema wan debû, di meşê de bi pêşengiya dengê hunermendên TEV-ÇAND'ê Hozan Farqîn û Mîr Perwer bi hev re sirûda Çerxa Şoreşê xwendin.
Meşa ku mêzî 2 seatan berdewam kir bi gihaştina qada Chateletê veguherî mîtîngê. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E'yê Murat Ceylan axaftinek kir. Ceylan di destpê axaftina xwe de berxwedana gerîla silav kir û ev tişt anî ziman: "Ev berxwedan ji bo 50 milyon Kurd tê meşandin. Ligel teknîka herî pêşketî tê bikaranîn jî şervanên azadiyê derbên giran li dagirkeran dixe. Gelê Kurd gelekî birûmet e û mafê wan ê azad bijîn heye. TC'a faşîst û hevkarê wê yê xayin PDK îro xulamtiya Erdogan û NATO'yê dikin. Gelo çima îro malbata Barzanî vê xayintiyê dike? Ji ber ku malbata Barzanî jî mîna Erdogan bûye diz û çete? Di salvegera peymana qirêj a Lozanê de tê xwestin ku gelê Kurd lawaz bimîne. Divê her kes vê yekê baş zanibe ku pêşeng û berxwedêrên gelê Kurd heye. Rêber Apo û hevrêyên wî wê dawî li dagirkwriyê û xiyanetê bînin."
Piştî axaftina Ceylan li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Firat Agirî axivî. Agirî got ku ew her tim şopdarê gerîlayên berxwedêr in û heta dawî li dagirkeriyê were ew ê li qadan bin.
MARSÎLYA
Li hemberî dagirkerî û xayintiya PDK'ê bi sedan kes li Marsîlyayê meşiyan û mîtîng li dar xistin. Kurdistanî û dostên wê di seat 13.00’an de li qada Canabiereyê hatin cem hev ber bi qada Vieux Portê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên "Partiya xayintiyê PDK, Wê dagirker û xayin ji Kurdistanê bêne derxistin", flamayên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hilgirtin. Di meşê de girse bênavber dirûşmên. Partiya xiyanetê PDK", Bimre xiyanet", "Terorîst Erdogan", "Kujer Erdogan" berz kirin. Her wiha di meşê de bi dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Her der serhildan, her der berxwedan" berxwdsana gerîla hate silavkirin.
Girse li qada Vieux Portê mîtîng li dar xist. Mîtîng bi deqeyek rêzgiryina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Li ser navê DTKM a Marsîlyayê Erhan Tarhan axaftinek kir. Tarhan bal kişand ser berxwedana gerîla û wiha got: "Ji bo xwedî li berxwedana gerîla derkevin divê em li her derê çi ji destên me tê em bikin. Em bi gerîla re dagirker û xayinan ji welatê xwe yê pîroz derxînin. Divê em her deqe û her kêlî li qadan bin."
RENNES
Kurdistaniyên li Rennesê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di saet 17.00’an li Charles de Gaulles daxuyaniyek dan çapemeniyê û piştre heta Qada Republique meşiyan.
Di meşê de li rêwiyan belavok hatin belavkirin û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li hemberî Kurdan êrîşan pêk tîne. Em ê li her derê li hemberî êrîşan rawestin û her qadê bikin qada berxwedanê.“
Di çalakiyê de berxwedana gerîla hate silavkirin.
Çalakî bi dirûşmeyên "Terorîst Erdogan“, “ Bijî berxwedana gerîla", "Ji Kurdistanê re çareseriya siyasî“, "Jin jiyan azadî", 'Bijî Serok Apo" û "Bimre xiyanet” bi dawî bû.
LORIENT
Kurdistaniyên li bajarê Lorîent ê Fransayê û dostên wan li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi piştgiriya PDK’ê meşiyan.
Kurdistanî û dostên wan di saet 17.30‘an de li Place Aristide-Briand li hev civiyan û belavokên bi zimanê Fransî yên ji aliyê CDK-F ve hatibûn amadekirin belav kirin û banga hestiyariyê kirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî Serok Apo” û "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.
MONTPELLIER
Li bajarê Montpellier ê Fransayê, êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya PDK’ê ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi meşekê hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Parka Peyroyê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana gerila", "Bijî Serok Apo" û "Bimre xiyanet" hatin berzkirin. Di meşê de belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.
Di axaftina li Qada Comediyê de hat gotin: “Em berxwedana gerîla silav dikin. Em xiyaneta PDK’ê şermezar dikin. Tevî dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê, serketin wê ya gelê Kurd ê berxwedêr be. Em ê li her qadê çalakiyên xwe bidomînin."