Siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî di nav de 29 kesên navdar, Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kirin. Heman kesan ji bo PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin dest bi kampanyayekê kirin. Îmzakarê kampanyayê û Endamê Daîreya Navneteweyî ya Partiya Sor a Norwêcê (Red Party - Norway) Arnljot Ask ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku PKK girêdayî peymana Cenevrê ye û xwest PKK ji lîsteyên qedexe derkeve.
Endamê Daîreya Navneteweyî ya Partiya Sor a Norwêcê (Red Party - Norway) Arnljot Ask bi bîr xist ku PKK tevgereke ji bo mafên rewa yên neteweyên bindest têdikoşe û got: “Ev tevger alîgirê çareseriya aştiyane û demokratîk e. Lê belê ji ber polîtîkayên şer û tepisandinê yên dewleta Tirk, parastina rewa esas digre. Ji sala 1990’an û vir de dixwaze pirgirêkên siyasî yên di nava Tirkiyeyê de çareser bike. Rêbertiya wê 22 sal in di girtîgehê de tê girtin. Li gel çendîn caran agirbest hatine îlankirin jî lê dewlet timî neçarî şerê çekdarî dike.“
‘PKK GIRÊDAYÎ PEYMANA CENEVRÊ YE‘
Ask anî ziman ku PKK di şerê çekdarî de li gorî hiqûqê tevdigere û wiha pê de çû: “Di encama hewldanên Tirkiyeyê yên bi hevalbendên xwe re, tevlîbûna PKK'ê li lîsteya ‘rêxistinên terorê‘ ji aliyê DYA û YE ve weke jestek bû.“ Ask diyar kir ku PKK di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî de cih nagre û got: “Ji ber ku PKK girêdayî peymana Cenevrê ye.“
‘JI BO AŞTIYEK ADÎL DIVÊ JI LÎSTEYÊ DERKEVE‘
Ask anî ziman ku ji bo pirsgirêka Kurd bi aştiyane û demokratîk were çareserkirin, divê PKK ji lîsteya terorê derkeve û ev tişt got: “Dema ku PKK ji vê lîstê were derxistin wê tenê ev ne di xêra Kurdan de be wê di xêra gelên Ewropayê de jî be.“