Li Elmanyayê amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê dewam dikin. Amadekariyên ji bo pîrozbahiya navend ya ku di 21’ê Adarê de li qada Rebstocpark ê Frankfurtê were lidarxistin, ber bi dawîbûnê ve diçe.
Di çarçoveya amadekariyan de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê ji aliyê jin û ciwanan ve xebat hate lidarxistin. Komîteyê diyar kir ku ew ji bo bi xurt û disîplîn pêkanîna pîrozbahiyê xebatên xwe didomînin.
Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok di dema amadekariyên li Darmstadtê de daxuyanî da û diyar kir ku amadekariyên ji bo Newrozê di astekî mezin de temam bûye û wiha got, “Em li bendê ne gelê me tevlî pîrozbahiya mezin a Newroza Frankfurtê bibin. Em wekî jin, ciwan û rêveberiya Darmstadtê alên xwe amade dikin. Xebatên me wê sibê jî dewam bikin. Em dikarin bi rehetî bêjin ku Frankfurt amade ye.”
Ji nûnerên PYD’ê Ewropayê Zozan Dêrik ku tevlî amadekariyan bû, destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejnek e di heman demê de roja berxwedanê ye. Dêrik diyar kir ku ew bi hêvî û coşekî mezin li bendê ne ku her kes di 21’ê Adarê de li Frankfurtê bicive.
Komîteya amadekar diyar kir ku tê payîn ku bi hezaran kes ji gelek bajarên Elmanyayê tevlî bibin û ragihand ku di çarçoveya pîrozbahiyê de bernameyên dîkê, axaftin û ji bo agirê Newrozê cihek hebe.
Hate ragihandin ku pîrozbahiyên îsal wê bi dirûşmeya “Newroza Kurdistanê- Newroza Yekbûnê” were lidarxistin. Organîzatoran bang kirin ku her kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî bibin.