Beriya ku dîroka zelal a biryara hilbijartinên serokkomarî û parlemantoyê ku tê payîn meha Hezîranê bê kirin, were eşkerekirin balkeşe ku endamên payebilind ên AKP û MHP’ê li Elmanyayê dest bi kampanyayên hilbijartinê kirine.
Rêveberiya Berlînê di referandûma 2017’an de bi taybet ji bo pêşî li kampanyayên hilbijartinê yên rejîma Erdogan li Elmayayê bigire qanûna “Partiyên biyanî nikarin xebatên hilbijartinê bikin” derxist. Endamên AKP-MHP’ê ku qanûnê binpê kirin bi taybet li mizgeftan civînên hilbijartinê li dar dixin.
Hate hînbûn ku Parlementerê AKP’ê yê Nevşehîrê Mustafa Açikgoz ku rojek berê li bajarê Neûsê li mizgeftekî komên faşîst ên Tirk civînek li dar xist, li hemberî Kurdan gotînên dijminatiyê kiriye û gefa kuştinê li Kurdên Elmanyayê û muxalîfên rejîma Erdogan xwariye.
Saziya îstîxbarata navxweyî ya Elman ku hefteya borî li ser komên nijadperest û neteweperest ên Tirk analîzek weşandibû, bi taybet bal kişandibû li ser wê yekê ku koma faşîst a Tirk a bi navê ‘Ulkucu’ li ser ewlehiya navxweyî xeternake. Di rapora Daîreya Parastina Destûra Bingehîn de hat destnîşankirin ku neteweperestên Tirk ji bo Kurd, Ermenî, Rûm, Cihû û Elewiyan xeternak in.