‘Abdullah Ocalan hêviya gelan e‘

Kurdistanî û dostên wan ên li Londonê bi boneya 15’ê Sibatê li hev civiyan û komploya navdewletî bi çalakiyekê şermezar kirin.

Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Îngilîstanê, bi boneya 23‘emîn salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya BBC meşek girseyî hat lidarxistin. Kurdish Solidarity, Freedom For Ocalan Campaing, sendîqayên Îngilîstanê, rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de balonên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  alên YPG, YPJ, TCŞ/TekoJin, MLKP û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di meşê de timî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", “Freedom Ocalan” (Ji Ocalan re azadî), “De list PKK Free Ocalan” û “Terorîst Erdogan” hate berzkirin.

Li vir, Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilîstanê Miraz Serhat axivî.  Serhat bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke qirêj anîne Tirkiyeyê û got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke Mandelayê Rojhilata Navîn tê naskirin. Di 23‘emîn salvegera kompoloya navdewletî de, em bang li hikûmeta Îngilîstanê û Konseya Ewropayê dikin ku hemû mekanîzmayên hiqûqî û siyasî bi kar bînin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. Divê rojek berî rojekê polîtîkaya tecrîdê bi dawî bibe û ji bo aştiyê divê Rêber Apo azad bibe.“

‘RÊBER APO HÊVIYA GALAN E‘

Piştî Serhat, Rêveberê Navneteweyî yê Unite Union Simon Dubbins axaftinek kir. Dubbins bal kişand ku kampanya "Ji Ocalan re azadî" ku weke sendîka dimeşînin her ku diçe mezin dibe û got:“Azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn girîng e. Em ê ji bo aştî û azadiyê biqîrin. Ocalan 23 sal in di girtîgehê de ye. Dema azadiya wî ya fizîkî û azadiya ramanê hatiye."

Piştî Dubbins, li ser navê KSN Jin Katie Higgins, li ser navê KCDK-Basûr Heval Şiwan û li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Yalçin Tatwan axaftin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku hemû gel ji paradîgmaya azad ya Ocalan îlham girtine û hate gotin:“Serok Apo hêviya gelan e, îradeya azadiyê ye. Komplo hat pûçkirin, êdî dora azadiya Rêber Apo ye.“

Piştî axaftinan girse bi çepik û dirûşmeyan ber bi King Cross ku yek ji navendên herî qelebalix ên Londonê ye meşiya. Di tevahiya meşê de bi sedan belavok hatin belavkirin. Dema ku meş li ber Stasyona King Cross bi dawî bû, girse bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” belav bû.